Rapirsiya herî dawî: Dengê Erdogan li beramber Imamoglu û Mansur Yavaş

29-12-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Recep Tayyip Erdogan Mansur Yavaş Ekrem Imamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Civakî Yoneylem encamên rapirsiya xwe ya herî dawî ya sala 2022an ku di navbera 22-27 Kanûnê de hatiye kirin, eşkere kir.

Yoneylemê ev rapirsiya xwe ya li gorî lêkolînên di panelên siyasî yên Tikriyê de li 26 herêman, li 27 parêzgehan û bi beşdariya 2 hezar û 400 kesî ji 22ê Kanûnê 2022ê  heta 27ê heman mehê encam daye.

Li gorî vê rapirsiyê dengê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kêm bûne, ji %51.9ê beşdaran gotine ew bi ti şêweyî êdî dengên xwe nadin Erdogan.

Di derbarê berbijêrê Serokomariyê de jî %50.7 beşdaran gotine ew dê dengê xwe bidin berbijêrê opozisyonê, %37.2 gotine ew dê dengê xwe bidin Erdogan û % 8.7 beşdaran jî bê biryar bûne.

Di egerekê de ku hilbijartina Serokomariyê bigihêje gera duyem, li gor encamên wê rapirsiyê dengên Kiliçdaroglu %45.2 û dengên Erdogan jî dê %42.5 be.

Ger di hilbijartinan de ji bo posta Serokomariyê Erdogan û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bibin rikeber; Îmamoglu %50.1ê û Erdogan jî %40.5ê dengan bidest dixe.

Lê eger Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş û Erdogan bibin rikeber; Yavaş %55.9 û Erdogan %36.4ê dengan bidest dixe.

Her wiha li gorî encamên vê rapirsiyê ger di despêka vê heftiyê de hilbijartin bên kirin, rêjeya dengên partiyên sereke bi vî awayî ye:

AKP % 32,1

CHP % 25,5

İYİ Parti %13,5

HDP % 9,7

MHP % 8,1

Piraniya beşdarên vê rapirsiyê di wê baweriyê de ne ku Tirkiye bi awayekî xirap tê birêvebirin, ku rêjeya wan %56.6 e, herwiha %26.7 ê beşdaran jî dibêjin Tirkiye baş tê birêvebiririn.

Li gor rapirsiyê, %60.5 ji beşdaran sîstema Parlamenteriyê bo rêvebirina welat baştir dibînin, %34 jî sîstema Serokkomariyê baştir dibînin.

Di derbarê mûçeyê kêmane de ku berî çend rojan wek 8.500 lîreyê Tirkî bi awayekî fermî ji aliy Serokomar ve hatî eşkerekirin de jî %70,5ê beşdran jê nerazî ne tenê %22,1ê wan jê razî ne.

Li gorî ancamên rapirsiyê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %70.5ê beşdaran ji rêjeya zêdekirina mûçeyê kêmane nerazî ne.

Her wiha ji %67.7 xelkê jî di wê baweriyê de ne ku li Tikriyê dadwerî ne serbixwe ye.

Di derbarê azadî û serbixwebûna dadweriyê de jî %67,7ê beşdaran gotine li Tirkiyê dadwerî ne serbixwe ye û %27,3ê beşdaran gotiye serbixwe ye.

Bo biryara dadgehê di derbarê Îmamoglude dayî jî, %66,9ê beşdaran dibêjin biryarek ne dadperwerane ye û %24,6 jî di wê baweriyê de ne ku biryarek dadperwerane ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst