Li Colemêrgê aşût ser bi leşkerên Tirkiyê de hat

29-12-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Colemêrg Şemzînan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Şemzînan a Colemêrga Bakurê Kurdistanê  di encama aşûtê de leşkerekî canê xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

 

Li gor agahiyên berdest leşkerên ji bo ku midaxaleyî depoya avê ya ku li herêma baregehê ya Mirgesavê xirabû bikin derketin rê bin aşûtê de man.


Du leşkerên ku di aşûtê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

 

Yek ji leşkerên tevî midexaleyên bijîşkî canê xwe ji dest da. Hat ragihandin ku leşkerê din tê dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst