Hisên Omar: Zehmet e Rûsya rê bide Tirkiyê ku rojhilatê Feratê kontrol bike

29-12-2018
RÛDAW
Hisên Omar dibêje Rûsya dikare derxistina PKKê ji Sûriyê, wek garantî bide Tirkiyê
Hisên Omar dibêje Rûsya dikare derxistina PKKê ji Sûriyê, wek garantî bide Tirkiyê
Nîşan Amerîka Sûriye Tirkiye Rûsya PKK YPG Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Dîska Rojavayê Kurdistanê li Tora Medyayî ya Rûdawê  Hisên Omar got ku Zehmet e Rûsya rê bide Tirkiyê ku rojhilatê Feratê kontrol bike.

 

Rêveberê Dîska Rojavayê Kurdistanê li Tora Medyayî ya Rûdawê  Hisên Omar beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihad ku piştî biryara Amerîka bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, Rûsya dibe hêza herî xwedî bandor û bê rikaber li Sûriyê.


Hisên Omar anî ziman ku eger Rûsya rê bide Tirkiyê ku rojhilatê Feratê kontrol bike, rola Rûsya lawaz dibe û bandora Tirkiyê di kirîza Sûriyê de zêde dibe û wiha pê de çû: “Ji bo vegera desthilata hikûmeta Sûriyê ji bo tevahiya herêma rojhilatê Feratê dike, û dibe li hember vê yekê Rûsya hin garantiyan, mîna derxistina PKKê ji Sûriyê, bide Tirkiyê.”


Omar herwiha diyar kir ku bingeha rêkeftineke Rûsî-Tirkî- Îranî heye û dibe di lûtkeya Moskowê de ku biryar e di destpêka sal nû de di navbera serokên hersê welatên garantor de bê lidarxistin, ew rêkeftin zelal bibe.


Rêveberê Dîska Rojavayê Kurdistanê li Rûdawê di heman demê de got ku ji aliyên siyasî yên kur tê xwestin dest bi pêwendiyê li gel tevahiya aliyên pêwendîdar bikin û deriyê diyalogeke vekirî li gel hikûmeta Sûriyê vekin, da ku hem rê li pêş êrîşa Tirkiyê bê girtin û hem jî derî li pêş çaresrkirina pirsa Kurd li Sûriyê bê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst