Li Rihayê du zarokên birayên di qenala avê de xeniqîn

29-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji sê zarokên ku ketîn qenala avê de du zarokên bira bûn xeniqîn.

Li taxa Karşiyaka ya navçeya Xelîliyê ya ser bi parêzgeha Rihayê îro 29ê Cotmehê 2022î sê zarokên bi navê Yusuf yê temen 12 salî û Îbrahîm B: yê 10 salî û zarokeke din ê ku navê wî nehatiye zanîn dema li derdora qenala avê ya bo avdaniyê di vê taxê re derbas dibe dileyîstin ketin avê.

Piştî zarok ketin avê û binav bûn, kesên derdorê polîs û tîmên tendirustiyê ji rewşê agadar kirin.

Welatiyên vê taxê zarokek rizgarkirin lê her du zarokê din li ber avê çûn.

Yusuf û Îbrahîm ên ku birayê hev bûn, ji aliyê tîmên binavî yên ser bi Rêveberiya Ewlekariya bajêr ve hatin derxistin û radestî tîmên tendirustiyê kirin.

Tîmên lezgîn ew veguhestina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan a Rihayê lê tevî hemû hewldanan her du zarokan canê xwe ji dest dan.

Termê zarokan bo pişkinîna otopsî veguhestin Saziya Tip a Edlî ya Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst