Cam bi ser zarokekî 12 salî de ket; Demarê wî hat birîn û canê xwe ji dest da

29-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha DÎlokê ya Bakurê Kurdistanê zarokek 12 salî yê ji Sûriye ku li sertaşxaneyekê kar dikir, cama derî bi ser de ketiye û canê xwe ji dest daye.

Îro Yekşemê 29ê Çile li Dîlokê zarokekek 12 salî yê bi navê Ebdulrezaq Kehiye ku di sertaşxaneyekê de kar dikir, di dema karkirinê de dema xwestiye derî bigre cama derî şikestiye û bi ser de ketiye.

Li gor agahiyan, ji ber ku cam li demarê stûyê wî ketiye Ebdulrezaq Kehiye bi dijwarî birîndar bûye.

Piştre ew zarokê 12 salî yê birîndarî bi ambulansê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkan wî zarokî canê xwe ji dest daye.

Termê Kehiye piştî otopsiyê radestî malbata wî hatiye kirin. Polîsan di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane despêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst