Kuştina Tahîr Elçî: 'Dewlet li hemberî Kurdan siyaseta xwe dubare dike'

28-11-2023
RÛDAW
Mehmet Emîn Aktar li ser kuştina Tahîr Elçî ji Rûdawê re axivî:/Wêne: Rûdaw
Mehmet Emîn Aktar li ser kuştina Tahîr Elçî ji Rûdawê re axivî:/Wêne: Rûdaw
Nîşan Tahîr Elçî Mehemet Emîn Aktar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 8emîn salvegera kuştina xwe de li Amedê, li ber mînareya Çarling hat bibîranîn.

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema li ber Minareya Çarling a Amedê ji bo nemana şerê li Bakurê Kurdistanê daxuyanî dida çapemeniyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Elçî her sal li parêzgehên cûda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya baro û parêzeran bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên cûda tê bibîranîn.

Piştî kuştina Elçî bi 5 salan, cara ewil sala 2020an doz hat vekirin û niha di dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 ji wan polîs in.

Hevalê Tahîr Elçî, Serokê Berê yê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî di merasîma bîranîna wî de amade bû.

“Dewlet di kuştina Tahîr Elçî de siyaseta xwe dubare dike”

Aktar ji Rûdawê re axivî û got:

“Dewlet di vê kuştinê de siyaseta xwe dubare dike. 100 sal in dewlet li hemberî kuştina Kurdan siyaseteke bêcezatiyê dide meşandin. 

Kuştina Tahîr Elçî jî bi awayekî eşkere û li pêş çavan pêk hat. Tiştekî were veşartin û nixumandin nine lê mixabin dozên hatine vekirin jî nameşin. Dadgeh ji bo ronîkirina bûyerê gaveke berbiçav navêje.”

Îsal heşt sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn lê heta niha jî kujerên wî ne diyar in û nehatine darizandin.

“Ji 3 bersûcan yek derket holê”

Aktar li ser darezandina kujeran axivî û got:

“Piştî lêkolîn û lêpirsînên ku me dane meşandin, hinek tişt zelaltir bûn. Ji 3 bersûcan yek derket holê. Ew jî kesê ku çek teqandiye.

Li aliyê din li pişt vê mijarê kî heye, kê karê xwe nekiriye ango çi qewimiye divê bê zelalkirin. Li vê derê gav nayê avêtin.

“Polîsan milîtan dişopandin, çawa hatin?”

Wê rojê kî li vir bûn, milîtanên ku ketin vê kuçeyê, çawa hatin? Polîsan ew dişopandin.

Çima karên xwe îhmal kirin û pêşiya wan negirtin, çima berê wan da vê kuçeyê?

Eşkere ye ku wan xwest li vir ev bûyer biqewime. Pêwîst e ev bêne ronîkirin.

Aktar got pêwîst e gumanbar rû bi rû bêne darizandin û wiha axivî:

“Eger gumanbar neyên rû bi rû îfade nedin, şandeya dadgehê wan nebîne ango nebîne çawa vicûda xwe hereket dike dê çawa bikare biryareke bi rast bide.

Ev xalên me rêz kirine gelek girîng in. Em dixwazin bûyer were eşkerekirin û tewanbar bêne cezakirin.”

“Pêşniyara CHPyê bi dengên AKP û MHPyê hat redkirin”

Partiya Gel a Komarî (CHP) 24ê vê mehê li Parlamentoya Tirkiyeyê xwest ku lêkolîneke hûr li ser kuştina Tahîr Elçî were kirin da ku tawanbar bên eşkerekirin û ev yek wekî pêşniyarê pêşkêşî Parlamentoyê kir.

Lê belê pêşniyara CHPyê bi dengên AKP û MHPyê hat redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst