Tahîr Elçî 8 sal berê hat kuştin: ‘Dê wekî gelek dozên li Tirkiyeyê bê ceza bimîne’

28-11-2023
Nîşan Tahîr Elçî Kuştin Bibîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 8emîn salvegera kuştina xwe de li parêzgehên cûda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê bibîranîn.

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema li ber Minareya Çarling a Amedê ji bo nemana şerê li Bakurê Kurdistanê daxuyanî dida çapemeniyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Elçî her sal li parêzgehên cûda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya baro û parêzeran bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên cûda tê bibîranîn.

Piştî kuştina Elçî bi 5 salan, cara ewil sala 2020an doz hat vekirin û niha di dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 ji wan polîs in.

Îsal heşt sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn lê heta niha jî kujerên wî ne diyar in û nehatine darizandin.

Malbata Elçî ji wê demê ve li salonên dadgehê li dadê digere û dixwaze kujerên rasteqîn ên li pişt bûyera kuştina Elçî bên eşkerekirin lê heta niha jî daraza Tirkiyeyê ti biryar nedaye ku dilê malbata wî xweş bike.

Rûniştina doza Tahîr Elçî sibe ye û çavê raya giştî, zarok, hevjîn û malbata Elçî li biryara vê care ya dadgehê ye.

Partiya Gel a Komarî (CHP) 24ê vê mehê li Parlamentoya Tirkiyeyê xwest ku lêkolîneke hûr li ser kuştina Tahîr Elçî were kirin da ku tawanbar bên eşkerekirin û ev yek wekî pêşniyarê pêşkêşî Parlamentoyê kir.

Pêşniyara CHPyê bi dengên AKP û MHPyê hat redkirin.

Vê helwêsta AKP û MHPyê ya derbarê dozê de bêhêvîbûn û şikestineke mezin li cem hevjîna wî Turkan Elçiyê çêkir.

“Dê wekî gelek dozên li Tirkiyeyê bê ceza bimîne”

Turkan Elçiyê piştî wê biryarê di daxuyaniyekê de got:

“Ev rêwîtiyeke berdewam û zehmet e. Em gelek caran pêşbînî nakin ku dê dawiya wê çi be lê ji rewşa dozê ez dikarim bibêjim em gihiştine nerîneke wiha ku ev doz jî dê wekî gelek dozên li Tirkiyeyê bê ceza bimîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst