Li Qersê berf û serma bandorê li jiyana xelkê dike

28-11-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê piştî barîna berfê pileyên germê daketin û hewa sar bû. Tîmên Şaredariyê rêyên ku qeşa girtine xwê kirin û welatiyan jî berfa li ser banên xwe avêtin. Heerwiha li hin bajaran germahiya herî kêm di bin sifirê de bi 8 pileyan hat pîvan.

Li gor zanyariyan îro 28ê Mijdara 2021ê di demjimêrên sibehê de li navçeya Qamuşan ser bi parêzgeha Qersê berf barî ye û hêj jî dem dem dibare.

Piştî berfê pileyên germê bi awayek berçav daketin û rêyên navçeyê qeşa girtin.

Tîmên Şaredariyê ji bo bandor li çûn û hatinê nebe dest bi xwêkirina rêyan kirin. Hewriha welatiyan jî berfa ketiye ser banên wan avêtin.

Li aliyê din piştî berfê navçe bi rengê spî xemilî û dîmenên bêhempa derketin holê. Ev yek jî bû cihê kêfxweşiya zarokan û wan dest bi lîstokên berfê kirin.

Germahiya hinek bajaran daket  di bin sifirê de 8 pileyan

Li Bakurê Kurdistanê germahiya herî kêm a bi şev di bin sifirê de bi 8 pileyan li bajarê Erdexanê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Saziya Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa dê perçe ewrayî û dem demî jî pir ewrayî be, li Erzerom, Erzingan û Agiriyê baranê bibare, li cihên bilind ên Erzeromê jî berf û şilope wê bibare.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Dêrsimê 7, li Erzingan û Îdirê  4, li Agiriyê 2, li Erzeromê  sifir, li Erdexanê di binê sifirê de 8î, li Qersê jî li binê sifirê de 5 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Erzinganê 12, li Dêrsimê 10, li Îdirê 9, li Agiriyê 8, li Erzeromê 7, li Qersê 6 û li Erdexanê jî 4 pile tê texmînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst