Îlham Ehmed: Kurdên Rojava tu carî nebûne sedema êrîşên li ser Tirkiyê

28-10-2021
RÛDAW
Nîşan Rojava MSD Îlham Ehmed Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Îlham Ehmed ragihand, Kurdên Rojavayê Kurdistanê qet nebûne sedema êrîşan li dijî Tirkiyê.

Îlham Ehmed di peyamekê de bi du zimanên Kurdî û Tirkî ku roja Çarşemê 27ê Cotmehê li ser twîttera xwe belav kiriye, helwesta xwe li ser gefên wê dawiyê yên Tirkiyê bo pêkanîna êrişeke din li dijî Rojavayê Kurdistanê aşkere kiriye.

Di vê twîttê de, Îlham Ehmed dibêje, Kurdên Rojava, tu carî nebûne sedema êrîşên li ser dewleta Tirkiyê û tekez dike, Tirkiyê sînorê xwe derbas kiriye û êrîşî Kurdan dike.

Îlham Ehmed wiha dibêje, “Em Kurdên Rojava, tu car em nebûne sedema êrîşên li ser dewleta Tirkiyê. Berovajiyê vê yekê Tirkiyê sînorê xwe derbas kiriye û êrîşî me dike.”

Seroka Desteya Rêveber a di twîtta xwe de gotiye, ew bi çavê dostanî li gelê Tirkiyê dimeyzênin û dibêje: “Me her bi çavê dostanî li gelên Tirkiyê meyzandiye. Em bi hêvî ne gelên Tirkiyê jî wiha li me binêrin û rê li pêşiya êrîşan bigrin.”

Di wan demên dawî de, sîgnalên egera destpêkirina operasyoneke din a Tirkiyê di nav axa Sûriyê û êrişa wî welatî bo ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji her carî tên bihîstin.

Zanayriyên nû yên ku di medyayên cîhanê û navçeyê de hatine belavkirin, amaje bi wê yekê dikin ku Tirkiye hêzên xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji bo operasyoneke nû kom dike.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Tirkiyê berpirsên komên çekdar ên li Efrîn û navçeyên din ên di bin kontrola xwe de agahdar kirine ku hêzên xwe amade bikin.

Malpera Bloomberg a Amerîkî jî li ser zarê du berpirsan ku nexwestine navê wan bê eşkerekirin belav kiriye ku di tarîtiya şevê de Tirkiyê bi sedan serbazên xwe li bakurê Sûriyê li dijî hêzên Kurdî belav kirine, daku çend navçeyan li başûrê Kobanî kontrol bike û navçeyên bin kontrola xwe li rojhilat û rojavayê Çemê Firatê bi hev ve girêde.

Destpêka vê mehê du efserên polîs ên Tirk li ser sînorê Sûriyê di bombebaranekê de hatin kuştin, piştî vê bûyerê Enqerê êrîşên xwe bo ser pêgehên YPGê zêde kirine. Amerîkayê kuştina herdû efserên Tirk şermezar kir, lê ji hemû aliyan xwest ku rêzê li agirbesta şer bigrin.

Piştî wan êrîşan, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amaje bi plana operasyoneke nû da, niha jî ku hêzê li bakurê Sûriyê kom dike, li ser gefên xwe berdewam e.

Erdogan vekirî negotiye operasyoenke serbazî dike, lê gotiye şerê Tirkiyê li Sûriyê “bi awayên cuda” berdewam dibe. Serokkomarê Tirkiyê dema ji Azerbaycanê vegeriya ji medyayê re got: “Niha Tirkiye li ser sînor rûbirûyê gefa terorîstan bûye, em jî bi heman armancê di şerê terorîstan de berdewam dibin.”

Di sala 2019an de Enqere ligel Rûsya û Amerîkayê rêkeft ku êrîşên ser hêzên Kurdî rawestîne bi mercê YPG ji tevahiya sînor bi dirêjiya 30 kîlometreyan vekişe, lê niha Tirkiye herdû aliyan bi wê yekê tohmetbar dike ku YPG pêbendê wê sozê nekirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst