Li piraniya navçeyên Rojhilatê Kurdistan toz barî

28-10-2018
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Seywan Mêhran Geylan Qesri Şîrîn Serpêl Zehaw Îslamawa Dalaho Tozbarîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber pêleke xurt a tozbarînê, li çendîn navçeyên Rojhilatê Kurdistanê dibistan hatin girtin.

 

Li parêzgehên Îlam û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber tozbarînê dibistanên navçeyên Seywan, Mêhran, Geylan, Qesri Şîrîn, Serpêl û Zehaw, Îslamawa, Dalaho û çend navçeyên din dibistan hatin girtin û xwendevan neçûn dibistanan.

 

Li navçeya Qesri Şîrîn a Kirmaşanê, ji ber tozbarîna zêde, asta dîtinê daketiye 200 metran û geştên asmanî yên di navbera Kirmaşan û Meşhedê de jî hat rawestandin.

 

Tozbarînê navçeyên Serdeşt û Bokanê yên devera Mûkriyanê jî daye ber xwe û rêveberiya keşnasiyê ya wê navçeyê jî ragihand ku pêla tozbarînê hêdî hêdî kêm dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst