Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Hindirên Mihemed rêjeya beşdarîbûn a dengderan heta demjimêr 12:00ê nîvro aşkere kir.
Hindirên Mihemed diyar kiriye, Li gorî amarên wan rêjeya beşdariyê di dengdana taybet de li seranserê Herêma Kurdistanê bi giştî ji %50ê derbas kiriye.
Rêjeya beşdariya di dengdana taybet de li her 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê li gorî komîsyonê bi vî awayî ye:
Silêmanî: Rêjeya beşdarîbûna dengderan gihîştiye ji %56a.
Hewlêr: Rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye %50.
Duhok: Rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye %59.
Helebce: Rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye %60.
Îro sibehê di demjimêr 08:00a de dengdana taybet ji bo Parlamentoya Kurdistanê destpê kir û heta demjimêr 18:00ê êvariya îro berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse