Li Koyê êrişî dengderên PDKê kirin

28-09-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Koye Hilbijartin Dengdan Hilbijartinên Kurdistanê PDK Çeto Hesen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Navçeya Partiya Demokrata Kurdistanê  li navçeya Koyê, Çeto Hesen ragihand, êrişî me kirin û rê nedane dengderên me ku bi şêweyekî azad dengê xwe bidin.

 

Çeto Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: "Îro Înê 29ê Îlona 2018 ku proseya dengdana taybet dest pê kir û binke hatin vekirin, em jî weke lijneya navçeya Koyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê, me komek pêşmerge hene li baregeha navçeyê ku ser bi yekîneyên Zêrevaniyê ne û pêştir dengdana wan li sînorê Liqa 24 a Şeqlawe bûye û niha jî li Koyê deng didin, piştî ku yek ji wan çûye daku deng bide, lê komek efserên serbazî û asayişê hincetan digirin û pisûleya dengdanê jê werdigrin û didirînin û wî li binkeya dengdanê dikin derê û sivikatiyê pê dikin."

Çeto Hesen dibêje: "Min pêwendî bi Qayimmeqamê Koyê kir û min jêre got, ji niha ve binpêkarî destpê kiriye û li Xwandingeha Amdeyîya Koyê ya Koran rê nadin ku pêşmergeyên partiya me deng bidin û sivikatiyê pê dikin û rêgiriyê lê dikin. Wî got, ez niha li wê derê me tu bixwe jî were û em kêşeyê çareser bikin. Dema ku ez çûme wê derê, rewş baş nebû û qayimmeqam got, ku ez bi Şoriş Kake berpirsê polîsê Koyê axivîme, bila ew kes biçe û dubare deng bide û ev halet jî dubare nebe."

Berpirsê PDKê yê li Koyeyê tekez kir: "Rewş gelek aloz bû, komek hêzên serbazî û piledar û kesên ser bi asayişê li vê derê bûn, min telefon bo kek Şoriş kir, wî got ez li hundirim, lê gelek qerebalix bû, min nekarî wî bibînim, yan xwe nîşanî min neda, piştre ji nişka ve gotin, ew berpirsê navçeya Koyê ye û PDKyî ne, êdî bi zile û mist û pênan êrişî me kiirn, piştre hinek ji xelkê em nas kirin û perjînek li dora min çêkirin û rê nedann ku zêdetir li me bidin û sivikatiyê bi me bikin."

Çeto Hesen di berdewamiya axavtina xwe de got: "Lewma ez daxwaz ji komîsyona bilinda hilbijartinan dikim ku li ser vê mijarê destwerdanê bike û dawî li wan haletan bîne."

Herwiha li Binkeya Serbax a li Koyê jî êrişî nûnerê Tevgera Goranê hat kirin û rê nedan ku weke çavdêr li nav binkeya dengdanê bimîne.

Çavdêrê Tevgera Goranê, Merîwan Hesen ji Koyê ve ji Rûdawê re got: "Li Binkeya Serbax êrişî min kirin û ji ber vê jî min proseya dengdana taybet boykot kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst