Beşîkçî: Neteweyên Yekbûyî neheqî li kurdan kir

28-09-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Dîdara Hizrên Neteweyî
A+ A-

Rewandûz (Rûdaw) – Dîroknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî got ku piştî şerê Cîhanê yê Duwem li Rojhilata Navîn û Efrîqayê hemû nexşeya siyasî hate guhertin lê ti statûyek nedane kurdan.

 

Ev 2 roj in li navçeya Rewandûz a ser bi Hewlêrê, konferansek bi navê “Dîdara Hizrên Neteweyî” birêve diçe.

 

Di konferansê de mijara hizrê neteweyî û serxwebûna Kurdistanê de gotar tên pêşkeşkirin.

 

Dîroknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî jî di konferansê de gotarek pêşkeş kir û behsa neheqiyên li ser gelê kurd kir.

 

Beşîkçî balkêşa ser serdema piştî Şerê Cîhanê ya Duwem û avakirina Komara Kurdî ya Mahabadê û got, “Di wan salan de Neteweyên Yekgirtî di bin navê alîkariya neteweyên cîhanê hate damezrandin. Lê ti caran guh li dengê hawara kurdan negirt. Li Rojhilata Navîn û Efrîqayê hemû nexşeya siyasî hate guhertin lê ti statûyek nedane kurdan. Li Kurdistanê ti tiştek nehate guhertin û di serde jî di nava 4 dewletan de parçe kirin.”

 

Îsmaîl Beşîkçî balkêşande ser biryara jimare 1514 ya 14 Kanûna 1960 a Neteweyên Yekgirtî û diyar kir ku di vê biryarê de behsa serxwebûna welatên blindest tê kirin.

 

Beşîkçî got, “Ew welatên ku sînorên wan ligel dewletên mêhtînger hene, nekarîne ji vê biryarê ezmûnê bigrin. Di navbera dewletên dagirker ên Ewropî û gelên ku tên dagirkirin derya hene, ji hev dûr in. Lê rewşa Kurdistanê ne wiha ye. Jiber ku rojhilatê Tikiyê, bakurê Iraqê û Suriyê, rojavayê Îranê dibin Kurdistan. Di navbera Portûgal û Mozanbîkê de navberek pir mezin heye. Zehmet e ku Portûgal firokeyekî rake û li Mozanbîkê bide. Lê Kurdistanê rewş ne wiha ye. Iraq dikare ji Bexdayê firokeyan rake û li Kurdistanê bide. Wate ev dewlet dikarin êrîşê sîstematîk bikin ser Kurdistanê.”

 

Nivîskarê navdar daxuyand ku mafê çarenûsê kurdan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve nehatiye berçavgirtin û wiha berdewam kir:

 

“Brîtanya, Holanda, Fransa, Almanya, Potûgal û welatên din ên dagirker, li ser gelên hatine dagirkirin gaza jehrî û kîmyewî bikar neanîne. Lê binerin, Saddam Husên bi asayî kariye bikar bîne û li Helepçe û navçeyên din bi gaza kîmyewî kurdan qir bike. Medyaya cîhanê jî behsa vê yekê nekir.”

 

Beşîkçî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku kurdan ji bo doza azadiyê gelek berdêl dane û heta niha jî hejmara qurbaniyên kurd nayên zanîn û wiha pêde çû:

 

"Îsraîlî û Fîlîstînî hejmara kuştiyên xwe dizanin, tirbên wan jî hene. Lê kurd hê jî nizanin çend qurbaniyên wan hene. Tenê di Enfalê de bi sedhezaran qurbanî hene. Kurd çima giringiyê nadin vê, çima giringiyê nadin xelkê xwe. Jiber vê yekê jî nikare bigihe zanebûna hizrê neteweyî."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst