Li Kampa Berdereşê şewat derket: Ciwanekî ji Kobanî %90 laşê wî şewitî

28-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Êvara bihorî li sînorê parêzgeha Duhokê  bûyereke agirpêketinê li kampa Berdereşê çê bû, ku di encamê de konek bi temam şewitî û ciwanek jî laşê wî bi rêjeya %90 şewitî ye.

Li gor agahiyan, ew konê ku şewitî ye ya ciwanekî 15 salî yê xelkê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûye.

Navê wî ciwanî Mihemed Salih e û li gor agahiyên Rûdawê, di şewatê de laşê wî ciwanî jî bi rêjeya %90 şewitî ye.

Rêveberê Kampa Berdereşê, Bîwar Kerîm jî ji Rûdawê re ragihand, bûyera şewatê ji ber kontakta elektrîkê çê bûye, lê lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam in.

Bêwar Kerîm herwiha got, ew ciwanê ku laşê wî şewitiye, bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê hatiye veguhastin û rewşa wî ya tendirustiyê baş nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst