Berhemên Ai Weiwei li Mêrdînê hatin pêşandan

28-07-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Mêrdîn
Mêrdîn
Nîşan Ai Weiwei Mêrdîn Huner Berhem Pêşangeh
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Berhemên wênesaz û aktîvîstê ji welatê Çînê yê bi nav û deng "Ai Weiwei" piştî  bajarê Stenbolê hate bajarê Mêrdînê û derkete pêşberî hunerhezan, "Ai Weiwei" ku  li cîhanê wek hunermendekî aştîxwaz tê naskirin, li ser sihanên Çînî wêneyên şer, dagirkirin û penaberiya Kurdistanê  rave dike, herwiha hunermend wêneya Alan Kurdî jî li ser porselenê neqşandiye.

 

Ai Weiwei ji bo cîhaneke aram bi salan e tekoşîna xwe bi protesto û çalakiyên hunerî dimeşîne gelek caran ji ber vê helwesta wî, ew ji aliyê desthilata Çînî ve hatiye girtin û herî dawî navenda wî ya hunerî bi destê dewletê hate hilweşandin, lê ew her tim li cîhanê bûye dengê mezlûmên cîhanê.

 

Heta niha berhemên wî li zêdetirî 50 welatên cîhanê hatine nîşandan, piştî Stenbolê niha berhemên wî li bajarê Mêrdînê li Mûzeya Sakip Sabanci li galeriya Dîlek Sabanci derketiye pêşberî hunerhezên Bakurê Kurdistanê.

 

Wênesaz Fatoş Ozçomak ji Rûdawê re diyar kir: “Ji bo me Mêrdîniyan şanaziyeke mezin e ku berhemên hunermendek wiha, ku li cîhanê nav û dengê xwe belav kiriye, îro li bajarê me ye. Di her hûrgiliyên berhemên wî de, ji bo cîhaneke azad û aram bang û hawar heye, ew kesekî bi rûmet e û serê xwe ji tu hêz û desthilatan re netewandiye, her berhemeke wî bêhempa ye."

 

Li ser her berhemeke hunermendê Çînî wateyek hatiye neqşandin, şer, sotin, dagirkirina DAIŞê li ser xaka Kurdî û penaberiya ber bi welatên dûr, herwiha trajediya li ser kelek û keştiyên ber bi giravên welatên Ewropayê û bizota di nav her dilê bi rehm de: Alan Kurdî.

 

Hunerhezê bi navê Heyder Demirtaş dibêje: “Dema ez li pêşangehê geriyam min baştir dît ku şer û alozî çend trajediyê ji bo mirovahiyê tîne. Ai Weiwei di cîhanê de kêm ji wan hunermendan e ku bala xwe bi van rengan daye ser bûyerên welatê me û Rojhilata Navîn, bi rastî hatina berhemên wî ji bo Mêrdînê sûdeke mezin e û em spasiya Muzeya Sabanciyê dikin.”

 

Di pêşangehê de ji her berhemên Ai Weiwei çend mînak di muzeya bajarê Mêrdîne de niha hatiye raxistin û wê ev berhem heta roja yekşemê di xizmeta hunerhezên Mêrdînê de bin.

 

Serokê Çand û Geştyariya Bajarê Mêrdînê Alaatîn Aydin jî bi vê yekê kêfxweş e ku berhemên hunermendê Çînî hatiye bajarê wan û ew dibêje ku ev ji bo îmaja bajarê Mêrdînê palpiştiyeke mezin e.

 

Alaatîn Aydin ji Rûdawê re diyar kir: “Mêrdîn ne tenê bajarê dîrok û çandê ye, herwiha Mêrdîn bajarê çalakiyên hunerî ye jî. Ai Weiwei di cihanê de aktîvîstekî mezin e, îro berhemên wî hatine Mêrdînê û ev berhemên wî tenê 20 ji sedî ne, xwezî ew û hemû berhemên wî bihatina vê derê, çalakiyên bi vî rengî  ji bo Mêrdînê dibe nasandin û hatina geştyaran, em bi vê yekê kêfxweş in.”

 

Li bajarê Mêrdînê salane nêzî 150 çalakiyên hunerî têne lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst