Kampa Domîz bi temamî hat kerentînekirin

28-06-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Kampa Domîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê di çarçoveya tedbîrên koronayê de hat kerentînekirin ku pizîşkekê derûnî tûşî koronayê bûye.

Bi gumana pêketina 14 penaberên û pêketina pizîşkekê derûnî li Kampa Domîz 2, hatûçûna bo nav herdu kampên Domîzê hate qedexekirin.

Rêveberiya Tendirustiya Navçeya Sêmêlê ya Duhokê ragihand ku wan herdu Kampa Domîzê 1 û Kampa Domîzê 2 kerentîn kiriye û heya niha testa koronayê ya 15 kesên Kampa Domîz 2 pozîtîv bûye û wan 35 nimûne jî wergirtine û pişkinîn berdewam in.

Herwiha biryar e li Kampa Domîz 2 testa koronayê bo 60 kesan were kirin û bo Kampa Domîz 1 hejmareke testa koronayê bê encamdan.

Rêveberê Kampa Domîzê Yehya Adem jî ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî li Kampa Domîz 2, bi gumana pêketina vîrusa koronayê hejmareke kes bo navenda çareserkirina tûşbûyên koronayê li Duhokê hatine şandin da ku ji bo wan testa koronayê were kirin.

Yehya Adem diyar kir ku piştî veguhestina penaberan çûnûhatina di nav kampê de hate qedexekirin.

Li Kampa Domîz 2 bi qasî 2 hezar û 45 malbat (9 hezar û 655 kes) dimîneê li Kampa Domîz 1 jî 6 hezar û 150 malbat (28 hezar û 112 kes) dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst