Amed (Rûdaw) - AK Partî û MHP ku di hilbijartinên 24ê hezîranê de îtifaq kirin, niha jî dê hewl bidin ku bi hev re hikûmeta hevpeymaniyê pêk bînin.
Di hilbijartinên parlamentoyê de AK Partiyê ji sedî 42.49 û partiya nijadperest MHPê di hilbijartinan de ji sedî 11.16 deng wergirt.
AK Partî 293 parlamenter şand parlamentoya Tirkiyeyê û MHPê jî di parlamentoyê de 49 kursî bi dest xist. AK Partî û MHP dixwazin hikûmeta hevpeymanî ava bikin.
Li gorî xelkê Amedê ger herdu partî bixwazin dikarin pirsa kurd çareser bikin lê ew baweriya wan pê tune ye ku herdu partî ji bo çareserkirina pirsa Kurd gavên demokratîk bavêjin.
Peyamanêrê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak ji xelkê Amedê pirsî. “Tu bawer dikî ku piştî hilbijartinan jiyana xelkê Bakur baştir bibe û hevpeymaniya AK Partî û MHPê dikare pirsa kurd çareser bike?”
Welatiyê bêkar ê bi navê Alî Dogan wiha bersiva pirsê da: “Baweriya me hê jî heye, em dixwazin aştî û demokrasî pêk bê. Heger AK partî û MHP bixwaze bi bawerî pirsgirêkan çareser bikin, partiyên din nikarin li hemberî ewan tiştek bibêjin.”
Dengbêjekî Amedê ku nexwest navê xwe bêje diyar kir ku ew dixwazin êdî rewş aram bibe û got: “Em dixwazî yekîtî çêbe. AK Partî û MHP bixwaze dikar pirsa Kurd çareser bikin, lê ez ne bawer im bike. Dîsa jî daxwaza me ew e ku bikin.”
Kesekî bi navê Tayland jî got: “Heta ku rewşa awarte neyê rakirin dê ji bo başiya Kurdan ti gav neyên avêtin. Bi min dê polîtikayên berê berdewam bikin.
Xelkê Amedê Henîfî Peyam jî anî ziman: “Kurdên Bakur her tim çareseriyê dixwazin. Ji bo çareseriyê divê muxatabê Kurdan hebe û pêwîst e ew jî çareseriyê bixwazin. Heta dawiyê jî em dê li ber xwe bidin û çareseriyê bixwazin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse