RÛDAW/TAYBET - Bi hezaran cerdevan şer dikin

28-06-2016
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Artêşa Tirk cerdevan Partiya Karkerên Kurdistanê PKK Murat Karayilan Ziya Sozen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran cerdevanên kurd tevlî hêzên tirk şer li dijî gêrîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin.


Li gorî Serokê "Komeleya Cerdevanên Anatoliya û Malbatên Şehîdan" Ziya Sozen tenê li operasyona Artêşa Tirk a li navçeya Licê ya Diyarbekirê 2 hezar cerdevan erkdarkirî ne.


Ziya Sozen ji Rûdawê re aşkere kir ku 6 hezar cerdevan beşdarî şerên Sûr, Cizîr, Şirnex, Gever û Nisêbînê jî bûn. Sozen dibêje li temamê operasyonên Dewleta Tirk de 8 hezar cerdevanî erk wergirt.


Endamê Rêvebiriya Navendî ya PKKê Murat Karayilan ragihandibû ku cerdevan ne di hedefa wan de ne.


Sozen derbarê gotina Karayilan de wiha axaft:


"Armanca vê daxuyaniya Karayilan ew bû ku di serdema pêvajoya çareseriyê de serê cerdevanan bixirîne. Piştî wê gotinê 17 cerdevan bi destê PKKê şehîd bûn, 55 hevalên me jî birîndar bûn. Ev delîla wê yekê ye ka çiqasî daxuyaniya Karayilan bêqîmet e."


Dixwaze bibe qeyûm


Ziya Sozen 23ê Hezîranê beşdarî civîneke Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ligel hinek derdorên Kurd bûbû.


Hatibû iddîakirin ku Ozen ji wezîrê berê Salim Ensarioglu re gotibû "bila min wekî qeyûm tayîn bikin ez amade me di nav mehekê de bibim şehîd."


Ozen di peywendiya telefonî de ligel Rûdawê piştrast kir ku di civîna ligel Erdogan de wiha gotiye:


"Qendîlê gotibû yê wekî qeyûm bê tayînkirin dê rûbirûyî encamên wê jî bibe. Erê, min ji Ensarioglu re got dixwazim bibim qeyûm.


Ez dixwazim ji wan re nîşan bidim ku ev kar bi gefan naçe serî. Ew gotin sohbeteke navbera me bû. Dûvre çûye guhêr Serokomar Erdogan jî, lê nizanim çi gotiye."


Sozen ku iddîa dike dê ji rêvebiriya niha ya Amedê baştir be wiha gotinên xwe bi dawî anîn:


"Em amade ne çi ji destê me bê, ji bo dewletê û gel bikin. Eger wekî qeyûm li Diyarbekirê bême tayînlirin, di hilbijartinên bê de gel dê min hilbijêre. Piştî gel xizmeta ez dikim bibîne, dê deng bide min."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst