Plasschaert: Rewşa niha ya azadiya derbirînê li Iraq û Herêma Kurdistanê cihê nîgeraniyê ye

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis Plasschaert Iraq Herêma Kurdistanê Azadiya Derbirînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert got, “Rewşa niha ya azadiya derbirînê li Iraq û Herêma Kurdistanê cihê nîgeraniyê ye.”

Tora Medyayî ya Rûdawê di berdewamiya pêşxistina karê medyayî de bernameyek nû ya bi şêwaza gotûbêjê bi navê Bestoon Talk ragihand ku dê ji aliyê pêşkêşkarê jêhatî yê Tora Meyayî ya Rûdawê Bêstûn Osman ve bê pêşkêşkirin.

Bernameya Bestoon Talk dê ji meha Gulanê ve li ser ekrana Rûdaw TV dest bi weşanê bike, û dê kar bike jibo ku awayeke nû ya gotûbêjê bîne rojevê ku nifşê nû jî bikaribin rasterast di nava wan gotûbêjan de beşdar bin.

Armanca sereke ya bernameyê pêşxistina gotûbêjan, berpirsyarî, zelalî di rêvebirinê de û beşdariya ciwanan di biryaran de ye.

Ji bo nasandina bernameya “Bestoon Talk” roja Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an li Hewlêra paytext civînek bi moderatoriya pêşkêşvanê Rûdawê Bêstûn Osman hat lidarxistin.

Di bernameya nasandina “Bestoon Talk” de Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û balyozên çend welatan jî beşdar bûn.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert gotarek pêşkeş kir û li ser bernameyê got, “Ez piştgirî didim bernameyên mîna “Bestoon Talk” ji ber ku ew derfetê didin ciwanan ku bi hemû serkirdeyan re biaxivin û gotûbêjê bikin, ez piştgiriyê didim bernameya Bestoon Talk ji ber ku tiştekî dirist e ku diyalogek vekirî di navbera xelkê û berpirsan de hebe.”

Jeanine Hennis-Plasschaert li ser azadiya derbirîn û ramanê li Iraqê û Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe anî ziman û got, “Bêdengkirin, rêgirîkirin an binpêkirina nîqaşên giştî du encamên xwe hene: îmaja welat xirab dike û baweriya di nav gel de ji holê radike.”

Jeanine Hennis-Plasschaert li ser pêşxistina civakê jî anî ziman, “Dibe ku nakokî û ramanên me yên cuda hebin lê di dawiyê de ew dikarin civaka me xurt bikin.”

Plasschaert diyar kir ku "Bestoon Talk" bernameyekê ku di televizyona Hollanda de hatibû weşandin tîne bîra wê û got, “Ya girîng ew e ku pirsên xwendekaran ji berê ve nehatibin amadekirin û di bernameyê de ti sansur tunebe.”

“Dikare azadiya ramanê pêş bixe”

Jeanine Hennis Plasschaert diyar kir ku ev bername derfetê dide ciwanan ku rasterast bi her cure lîderan re têkilî daynin û got, “Platformeke bi vî rengî dikare rojnamegeriya profesyonel nîşan bide û azadiya derbirînê pêş bixe.”

Plasschaert got, “Berî her tiştî, bi tevahî erênî ye ku li ser biryar û kiryarên ku bandorê li jiyana giştî dikin danûstendinek gelemperî heye.” Wê herwiha diyar kir nifşê ku dê di pêşerojê de her kesî bi rê ve bibe, nifşê ciwan e.

“Demokrasî carinan dibe ku bi êş be”

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê bal kişand ku civakên demokratîk ên domdar û bi îstîqrar ji nişka ve dernakevin holê û got, “Li gorî ezmûna xwe ez dikarim ji we re bibêjim ku demokrasî carinan bûyerek bi êş e.”

Plasschaert bi gotina “Ji bo ku bi awayekî herî baş xizmeta welatiyan bê kirin, bihîstina dengên cuda esas e”, diyar kir, “Azadiya derbirînê stûna bingehîn a her civaka demokratîk e. Azadiya derbirînê di afirandina ramanên nû û nûjen de girîng e.”

“Rêxistinên çapemeniyê yên li seranserê welêt bi hin partiyan re têkildar in”

Jeanine Hennis Plasschaert di beşeke din a axaftina xwe de ragihand: “Bêdengkirin, astengkirin, înkarkirin, an jî têkbirina raya  giştî tenê xizmeta du armancan dike: îmaja dewletê xera dike û baweriya gel xera dike.” Plasschaert got: “Eşkere ye ku piraniya dezgehên ragihandinê yên li seranserê welêt bi awayekî bi partiyek, siyasetmedar, karsazek an serokek re têkildar in, ji ber vê yekê eger hûn min biborînin ez dixwazim careke din tekezî li ser girîngiya peyva 'azad' bikim.”

“Ramanên cuda tên tepeserkirin”

Plasschaert got ku rewşa niha ya azadiya ramanê ya li welêt "cihê xemgîniyê ye" û tekez kir, “Li çaraliyê welêt, em dibînin ku ji bo tepeserkirina opozîsyonê, karanîna cûrbecûr amûrên qanûnî, îdarî û yên din ên ku xuya dikin rewa têne bikar anîn. Tundûtûjî, tirsandin û tehdîd ji bo tepeserkirina nêrînên ku ji yên ku bi gelemperî an bi fermî têne pejirandin cûda ne zêde ne.”

“Divê rêz li mafên kesên din bê girtin”

Di berdewamiya gotara xwe de, Nûnera NY ya li Iraqê diyar kir, “Ligel sûdwergirtina ji azadiya derbirînê, pêdivî ye ku berpirsiyarî hebe û rêz li mafên kesên din were girtin.”

Plasschaert ragihand, “Azadiya derbirînê bi giranî tê tehdîdkirin dema ku zagon ji bo bêdengkirinê ne ji bo parastinê têne bikaranîn. Ev yek ji bo bingeha civaka demokratîk xetere ye.”

“Pêdiviya me bi ciwanên wiha heye ku li beramber me rawestin”

Plasschaert diyar kir ku hikûmetên Kurdistan û Iraqê plansaziya çalakiyên mafên mirovan qebûl kirine û got, “Pêdiviya me bi ciwanên ku dê li hemberî me bisekinin û bê tirs in, heye. Divê em guh bidin kesên ku dê sibê welat birêve bibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst