Vekişîna PKKê li Şingalê bûye rojeva partiyên Bakurê Kurdistanê

28-03-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şingal PKK Vekişîn Partiyên kurdî Bakurê Kurdistanê HDP PAK KCK
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Mijara Kontrolkirina nav bajarê Efrînê ya ji aliyê hêzên Opezîsona Sûrîye û Artêşa Tirkiyeyê; herwisa biryara vekişandina hêzên PKKê ji Şingalê, di nav partiyên Kurdî de jî tê gotûbêjkirin, hin siyasetmedarên AK Partiyê dibêjin ku ev pêşgav dibe ku rê li ber pêvajoyeke aştiyê veke, HDP bal dikşîne ser daxuyaniya KCKê û partiyên kurdî her çend vekişandina PKKê gaveke erênî bibînin jî, ew ji paşeroja van deveran nîgeran in.

 

Vekişandina hêzên YPGê ji nav bajarê Efrînê û  herwisa Vekişandina hêzên PKKê ji Şingalê niha li Bakurê Kurdistanê di nav partiyên siyasî de jî bûye cihê nîqaşan

 

Serokê berê yê AK Partiyê yê Şaxa Amedê Aydin Altaç dibêje ku ev gava PKKê gaveke erênî ye; lê divê PKKê ne tenê ji Şingalê lê belê hêzên xwe yên çekdar ji tevahiya Tirkiyeyê jî vekişîne û ev yek dibe ku rê li ber proseyeke aşîtiyê peyda veke.

 

Aydin Altaç ragihnad: “PKK ne tenê ji bo Şingalê bila ji bo Tirkiye jî gaveke bi vê rengê bavêje, ku xwîn ji navbera me rabe, dibe ku ev bibe wesileya aştî û aramiyeke were welatê me, hêviya me ya herî mezin ev e.”

 

Piştî biryara Lijneya Rêveberiya KCKê  ya vê heftê û proseya vekişandina hêzên PKKê ji Şingalê hîn partî û şîrovkarên siyasî di vê baweriyê de ne ku ev biryar di encamên lihevkirin û gotûbêjên navdewletî de de derketiye pêş; Parlementra HDPê ya Şirnexê Leyla Birlîk jî dibêje, dibe ku ev hemû eger li ser vekişandina ji Şingalê bandor kiribe.

 

Leyla Bîrlîk da xuyakirin: “Em nizanin kê ji kê re çi gotiye û axaftine, diplomasî û welatê navnetewî, tekez e têkilî hene, hevdîtin hene; lê PKKê ji xwe daxuyanî daye û gotiye Êzdî dikarin êdî xwe bi rêxistin bikin û berevaniya xwe bikin.”

 

Serokê Giştî yê  Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk jî dibêje ku vekişandina ji Şingalê ji bo ku rê li ber kuştin û kavilkirinê girtiye, gaveke erêni ye; lê daxuyaniya KCKê cihê dilêşiyê ye, ji ber ku ew dibêjin Şingal êdî navçeyeke ewle ye û Heşdî Şebî û Dewleta Iraqê wek nobedarên ewlehiyê û hêzên Pêşmerge wek metirsiyê dibînin.

 

Mustafa Ozçelîk wiha dide dibêje: “Cihê şermê ye ku KCK dibêje Şingal êdî aram e û ewle ye, dema di destê Pêşmerge da bû,  ne aram bû,  niha di destê Heşdî Sebî de ye ewle ye!  Heta ji destê dewletên wek Tirkiye Iraq û Sûriye tê ew dixwazin destkeftiyên Kurdan ji destê wan derxin, divê Kurd divê babetê de hişyar bin û rê nedin ber dijminên xwe; divê ku PKK hîn  Şingal di destê Pêşmerge da bû jê vekişiya.”

 

Lijneya Rêvebiriya KCKê di 23ê Adarê ango vê mehê de daxuyaniyeke belev kiribûn û tê de hatibû gotin ku mercên 3 Tebaxa 2014 an li Şingalê nemaye û Êzdî êdî xwe bi rêxistin kirine,  metirsî li ser Şingalê nemaye her wisa Hikûmeta Iraqê ji bo ku mafên êzdiyan dabîn bike dest bi xebatan kirine û êdî ewê hêzên xwe ji vê derê vekşînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst