Mamosteyên nerazî: Pêngava hikûmetê baş e, lê divê bikeve pratîkê

28-03-2018
RÛDAW
Nîşan Mamosteyên Nerazî Usman Gulpî Mûçe Hikûmeta Herêma Kurdistanê Paşekewt
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Endamê Encûmena Mamosteyên Nerazî yên Silêmaniyê Usman Gulpî ragihand ku pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser kêmkirina paşekewta mûçeyan, pêngaveke baş e û divê bikeve pratîkê.

 

Usman Gulpî ji Rûdawê re diyar kir ku kêmkirina paşekewta mûçeyan pêngaveke baş e, ew weke mamoste daxwaza temamê mûçeyan dikin û dixwazin bibe pratîk.

 

Gulpî destnîşan kir ku li ser guhertina nû ya paşekewta mûçeyan, îşev di saet 20:00an de helwêsta fermî ya Encûmena Mamosteyên Nerazî dê di civîneke çapemeniyê de eşkere bikin.

 

Îro çarşemê (28-03-2018) piştî civîna Encûmena Wezîran, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku piştî sê salên dijwar, îro karîn guhertineke mezin di mûçeyan de bikin û mizgînî da karmendên hikûmetê ku dê di demek nêz de paşekewta mûçeyan nemîne.

 

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan jî hûrgiliyên sîstema nû ya mûçeyan eşkere kir û ragihand, her mûçeyeke ku ji 400 hezar dînar (derdora 325 dolar) kêmtir be paşekewt nayê kirin. Paşekewta herî zêde jî dê %30 bibe ku ew jî ji bo mûçeyên ku zêdetirî milyonek û 500 hezar dînar (derdora 1230 dolaran) be.

 

Sîstema nû ya mûçeyan, paşekewta mûçeyên wezîr, parlementer û berpirsên payebilind betal nake û weke berê %75ê mûçeyên wan têne paşekewtkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst