Şandeke Kongreya Amerîkayê piştgiriya bo Kurdistanê dubare kir

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kongreya Amerîkayê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi şandeke Kongreya Amerîkayê re civiya. Di hevdîtinê de şanda Kongreya Amerîkayê diyar kir ku ew piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin wek ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê li Iraqê û amaje bi wê yekê hat kirin ku Herêma Kurdistanê wek faktoreke aramiyê li Iraq û navçeyê dimîne.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Yekşembê 27ê Mijdara 2022an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Kongreya Amerîkayê ya bi serokatiya kongresman Mark Takano kir.

Şanda Kongreya Amerîakyê ji endamên kongreyê yên wek Elissa Slotkin, Colin Allred û Katie Porter pêkhatibû. Di civînê de balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski jî amade bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û têde ragihandiye, “Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û giringiya parastina serwerî û ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Şanda Kongreya Amerîkayê amaje bi pêwendiyên bihêz û taybet ên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de kir, û li ser navê kongreyê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê wek “ezmûneke serkeftî ya demokrasiyê li Iraqê” nîşan da.

Şanda Amerîkî herwiha rewşa azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkay bo Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê dê hertim bibe faktora aramî û aştiyê li Iraq û navçeyê.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Niha derfetek nû ji hikûmeta federal re heye ku xizmeta pêkhateyên cuda yên Iraqê bike û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser esasê destûr û bernameya wezîran bi awayekî bingehîn çareser bike.”

Çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybet çaksazî û proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge û giringiya hemhelwêstî û yekrêziya aliyên Kurdistanî bi rijdbûna li ser mafên destûriyên Herêma Kurdistanê mijareke din a gotûbêjên her du aliyan di civîna îro de bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst