Li parêzgariya Kerkûkê wêneyê Talebanî rakirin û yê Mehsûm danîn

27-11-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Fûad Mehsûm Celal Talebanî Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Li jûra Parêzgarê Kerkûkê ya li avahiya Parêzgariya Kerkûkê, wêneyê serokomarê berê yê Celal Talebanî hate rakirin û li şûna wî yê serokomarê niha Fûad Mehsûm danîn.


Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm îro 27-11-2017, gihişte bajarê Kerkûkê û bi armanca çareserkirina pirsgirêkên piştî 16ê Cothemê rûdane, li gel berpirsên parêzgehê koç bû.

 

Wêneyê Celal Talabanî, ku ji sala 2003ê ve, piştî hilweşandina rejîma Bees heya niha li jûra parêzgarê Kerkûkê hatibû daliqandin.

 

Lê piştî ku Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve hate kontrolkirin, destpêkê Ala Kurdistanê li bajêr hate rakirin û paşî wêneyên Celal Talebanî.

 

Ev guhertin di demekê de ye, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê, ev yekemîn car e Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm serdana vî bajarî dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst