Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erdexanê berfeke zêde bariya.
Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê û qeşayê 9 barhilgir di rê de asê man.
Doh danê sibehê li Erdexanê barîna berfê dest pê kir û heta derengiya şevê nav bi nav dom kir.
Danê êvarê jî rêyên di navbera Erdexanê û bajarên din de qeşa girt.
Ji ber qeşayê li ser rêya di navbera Erdexan û bajarê Artvînê yê Tirkiyeyê de 9 barhilgir asê man.
Şofêran diyar kir ku ji ber berf û qeşayê birêketina bi şev metirsîdar e.
Şofêran her wiha da zanîn ji bo bûyereke nexwestî çênebe wan nexwestiye berê xwe bidin wê rêyê û otomobîlên xwe dane sekinandin heta ku tîmên paqijkirina rêyan rê paqij bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse