Li ser dîrok civak û aboriya Amedê kongreyeke navdewletî birêve çû

27-10-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dîrok Civak Aborî Amed Kongre Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê ji 8 welatan 130 akademîsyen di kongreyeke navneteweyî de civiyan û li ser dîrok, civak û aboriya Amedê gotar pêşkêş kirin. Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî di kongreyê de axaftinek kir. Di kongreyê de ji xeynî akademîsyenên ku ji Başûrê Kurdistanê beşdar bûn, tu gotar bi zimanê Kurdî nehatin pêşkêşkirin.

 

Kongreya Navneteweyî ya Dîrok, Civak û Aboriya Amedê, ji 8 welatan bi beşdariya bi dehan akademîsyenan hat lidarxistin.

 

Li ser çanda pêkvejiyanê ya bajarê Amedê, dîroka wê ya bi hezaran salan gotar hatin pêşkêşkirin. Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî tevli vê kongreyê bû û li ser felsefeya hebûn û gerdûnê axaftinek kir.

 

Kongre ji aliyê Cemiyeta Belavkirina Zanebûnê ya Amedê û Akademiya Qedîm ve, bi hevkariya Şaredariya Peyasê hate lidarxistin. Amadekarên kongreyê, dan zanîn ku ew dixwazin çanda Amedê pêşî bi xelkê xwe û piştre bi hemû cîhanê bidin nasandin.

 

Alîkarê Qeyûmê Şaredariya Peyasê Mustafa Çelîk ragihand: “Armanca me di vir de gelê Amedê nas bike, gelê Tirkiyeyê Amedê nas bike, gelê dinyayê Amedê nas bike ku Amed bajarekî çiqas girîng e. Amed di dilê kurdan de ye, di dilê Kurdistanê de ye. Bila cîhan Amedê nas bike.”

 

Hin akademîsyenên ku ji bajarên kurdan û zanîngehên Tirkiyeyê jî hatibûn zêdetir li ser zanayên îslamê yên navdar û şopa îslamê ya li Bakurê Kurdistanê rawestiyan. Gotarên wan zêdetir li ser bandora îslamiyetê ya li ser bajarê Amedê bû.

 

Akademîsyenê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma ji Rûdawê re eşkere kir: “Bajarekî qedîm e. Beriya îslamê û piştî îslamê. Xaseten di dewra îslamê de bajarekî gelek girîng e. Dema hatiye destê îslamê, piştî wê qet neketiye destê kafiran.”

 

Ji Başûrê Kurdistanê ji Zanîngehên Selahedîn, Zaxo û Duhokê jî 13 akademîsyen tevli vê kongreyê bûn. Wan jî gotarên xwe li ser birêveberiya mîrektiyên Kurdan a bajêr û hemahengiya di navbera pêkvejiyana Kurd, Ermen û Sûryanan de kir.

 

Akademîsyenê Zanîngeha Selahedînê Prof. Dr. Qadir Mihemed Hesen destnîşan kir: “Bêhtir di vê kongreyê de, agahdarbûna ji hev, peywendiya bi akademîsyenên welatên din re, aşnekirina wan bi rewşa Kurdistanê, dîrok û çanda Kurdî... Em zêdetir bi vê armancê hatin bi rastî.”

 

Di kongreya navneteweyî ya Amedê de bi dehan gotarên zanistî hatin pêşkêşkirin. Lê digel ku navenda kongreyê û naverok bajarê Amedê jî bû piraniya gotaran bi Tirkî hatin pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst