Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên bêfirokevan, devera gundê Bokrîskanê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir û jinekê canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Balafirên bêfirokevan îro devera gundê Bokrîskanê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.
Derbarê bûyerê de welatiyê bi navê Luqman ê ji gundê Bokrîskanê ji Nûçegihane Rûdawê Ebûbekir Îsmaîl re got:
"Ji sibehê ve dronên çavdêriyê digeriyan. Paşê li nêzîkî Şaredariya Binarê Qendîlê li malekê xist lê li wê derê ti zerer çênebû.
Paşê sê otomobîl li nav gund bûn û dronekê li yekê ji wan da. Em bi hawara wan ve çûn. Jineke cîranê me canê xwe ji dest da û jinek û zilamek jî birîndar bûn.”
Şahidhalê bûyerê herwiha diyar kir ku kesa canê xwe ji dest daye navê wê Estî Mihemed e û 60 salî ye.
Bi gotina Luqman kesên sivîl bûne armanca êrişê û di otomobîlê de ji bilî kesên sivîl kesekî din nebû.
Ev ne cara yekem e ku gundê Bokrîskanê yê Binarê Qendîlê tê bombebarankirin.
Berê jî çend caran balafirên bêfirokevan ên Tirkiyeyê ew dever bombebaran kiribûn.
Tirkiye îdia dike, ji ber hebûna binke û baregehên PKKyê, artêşa wan wê navçeyê bombebaran dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse