Li Silêmaniyê kargeheke hesin teqiya

27-09-2017
RÛDAW
Karkerekî ji welatê Nepalê jiyana xwe ji dest da
Karkerekî ji welatê Nepalê jiyana xwe ji dest da
Nîşan Silêmanî Teqîn Hesin Qurbanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Kargeheke helandina hesinan li bajarokê Bazyan teqiya. Ji ber teqînê karkerekî ji Nepalê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

 

Teqîn vê êvarê roja çarşemê 27ê Îlona 2017an di saet 18:15an de li kargeha hesinî ya Sulaimani Steel li nahiyeya Bazyan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê rûda.

 

Berdevkê polîsê navçe û nahiyeyên Silêmaniyê Mafperwer Îqbal Mihemed ji Rûdawê re ragihand, ku sedema teqînê kureya helandina hesinî ya kargehê bûye.

 

 

Li ser hejmara qurbaniyan jî Mafperwer Îqbal Mihemed diyar kir: “Karkerekî jiyana xwe ji dest da û 3 karkerên din jî birîndar bûn. Hemû jî ji welatê Nepalê ne. Birîndar ber bi nexweşxaneyê hatine veguhestin.”

 

Îqbal Mihemed di derbarê sedema bûyerê de jî got: “Hêtûna (kureya) ku hesinên kevin dihelîne, di dema helandina parçeyeke hesinê de di pileyeke bilind a germahiyê de teqiyeya. Tîmên taybet çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolîna sedema teqînê kirine. Parçeyên hesinan jî ji bo lêkolînê diparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst