Li Mûşê dibistanekê îsal 2 milyon lîre dahat bidest xist

27-07-2022
RÛDAW
Xwendekarên ku li vir kar dikin mehane zêdeyî 2.000 lîreyên Tirkî mûçe werdigirin
Xwendekarên ku li vir kar dikin mehane zêdeyî 2.000 lîreyên Tirkî mûçe werdigirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê dibistaneke amadeyiyê îsal bi berhemên xwendekarên xwe 2 milyon lîre dahat bidest xistiye.

Dibistana teknîkî û pîşeyî ya Mûşê, beşekî avahiya xwe kiriye kargeh û xwendekarên wê li wî beşî, berhemên ku fêrî çêkirina wan dibin, berhem tînin û difroşin.

Xwendekarên dibistanê li kargeha xwe mobîlyayên nava dibistanan û yên nava malê jî çêdikin. Bi riya vê berhemanînê hem baştir fêrî pîşeya xwe dibin û hem jî mesrefa xwendina xwe derdixin. Kelûpelên ku xwendekar amade dikin, difroşin dibistanên Mûşê û parêzgehên derdorê jî. 

Xwendekar Cebraîl Ogut dibêje: “Em niha li vir fêrî pîşeyê dibin û li vir, mase kursî û rafên pirtûkan  berhemtînin. Em  bi xebata li vir mehane mûçe distînin û dahatekê li malbatên xwe zêde dikin.”

Tevî kelûpelên ku bi destê  xwendekaran tên  berhemanîn bi piranî bo dibistanên Mûşê û parêzgehên derdorê tên firotin. Berpisên dibistanê dibêjin,  ev der tevî ku dibistaneke, lê di heman demê de erkê fabrîkayekê bicihtîne û Wezareta Perwerdê beşek ji pêdiviyên dibistanan  bi rêya wan dabîn dike.

Rêveberê Dibistanê Erhan Subaş jî got: “Di mehên zivistan û havînan de weke fabrîkayekê hinek car heta demjimêrên dereng ên şevê xwendekarên me kar dikin û zêdehiyekê li aboriya Mûşê û welat dikin.”

Xwendekarên ku li vir kar dikin mehane zêdeyî 2.000 lîreyên Tirkî mûçe werdigirin. Sala derbasbûyî  dahata vê karghehê 1 milyon lîreyên Tirkî bû, lê bi gotina rêveberê dibistanê ew dahat tenê di 7 mehên destpêkê yên îsal de gihiştiye derdora 2 milyon lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst