Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê Ahmet Alak 62 salî ev 50 sal in cil û bergan didrû, bi taybetî şal û şepik.
Ahmet Alak 12 salî bûye, malbata wî ew daye ber destê cînarê xwe yê terzî. Alak bi qasî 40 sal berê ji xwe re dikana terzîtiyê vekir û hêj vî karî dike.
Alak diyar kir ku wî berê kincên ku didirût, diavêt ser pişta hespê xwe û gund bi gund digerand û dida bi pez, penêr û şîr.
Alak diyar kir ku wî bi perê terzîtiyê 5 zarokên xwe mezin kirin û wiha pê de çû: "Min cil û bergên herêmî yên herêma Îran, Iraq, Hekarî û Sêrtê didirûtin. Ez vê gavê tenê kincên herêma Sêrtê didirûm. Dîsa jî ji Stenbol, Enqere, Edene, Tersûs, Bedlîs û hin gundan mişteriyên min hene. Ez li ser xwestinê ji wan re didirûm û dişînim."
Terziyê şal û şepik destnîşan kir ku a girîng ew e ku mirov mişteriyan memnûn bike û wiha axivî: "Ez karê xwe saxlem dikim û ji bo cil û bergên xwe 3 salan garantiyê didim. Ez carinan li ser daxwaza hin mişteriyên xwe êleng an jî cil û bergan didirûm. Ez carinan li ser mişteriyên xwe cil û bergên ku min 10 sal berê dirûtine, dibînim. Êdî kes guh nade saxlemiya kincan, li marke û luksa wan dinihêrin."
Alak diyar kir, ew ji bo karê xwe hatiye xelatkirin û Wezîra Bazirganî ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan belgeya spasnameyê ji wî re şandiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse