Agirbest îlan kirin; Hemû hêzên leşkerî ji bajêrê Kurdan derdikevin!

27-04-2016
RÛDAW
Nîşan Xurmatu Pêşmerge Kurd Şer Milîsên Şîe Heşda Şeibî
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Berpirsên Kurd û Heşda Şeibî li ser şerê navbera milîsên Şîe û Kurdan li navçeya Xurmatu lihev kirin, ku hemû Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe ji bajêr derkevin û dosyaya ewlehî û asayişê navçeyê bidin destê hêzên polîs û asayişa Xurmatu.

 

Îro çarşemî bo rawestandina şerê navbera milîsên Şîe û Kurdan li navçeya Xurmatu, cardin şandeke pilebilind a Heşda Şeibî û berpirsên Kurd û fermandeyên Hêza Pêşmerge civiyan.

 

Civîn li balafirxaneya leşkerî ya gundê Hilêwe û baregeha Lîwaya 16 a Hêza Pêşmerge birêveçû.

 

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Heme Mîna û çend berpirs û fermandeyên Hêza Pêşmerge weke şanda Kurd di civînê de beşdar bûn.

 

Ji aliyê milîsên Şîe ve jî jibilî çend fermandeyên milîsên Heşda Şeibî, Fermandeyê Heşda Şeibî Hadî Amirî ku Berpirsê Rêxistina Bedir e jî, di civnê de amade bûn.

 

Şanda Kurda û Hêza Pêşmerge û şanda milîsên Şîe yên Heşda Şeibî di civîna îro de bo bidawîkirina şer û aloziyên li Xurmatu lihev kirin, ku her du alî hêzên xwe ji navenda bajarê Xurmatuyê ber bi paş ve vekişînin.

 

Endamê şanda Kurdî di civînê de û endamê serkirdatiya YNKê Ednan Heme Mîna di konfranseke rojnamevanî ya piştî civînê de ragihand: “Em hêvî dikin ku em gihîştibin çareseriyeke dawî. Me sedemên arîşeyan diyar kir, biryar hat dayîn ku hemû hêzên di nav Xurmatuyê de ber bi paş ve bên vekişandin û ewlehî û asayiş radetsî polîs û asayişa bajrê were kirin.”

 

Ednan Heme Mîna got: “Biryar hat dan, heya wê dema ku rêjeya polîsan timam dibe û tên amadekirin, hêzeke hevbeş ji me her du aliyan bê avakirin û ji derveyê Xurmatuyê bên anîn, daku em bikarin bi ser arîşeyan de biserkevin.”

 

Heme Mîna herwiha got: “Armanca me yek e. Em hemû dixwazin xelkê Xurmatuyê bi aştî û aramiyê bijî. Ew sedemên ku dibin egerê çêbûna wan arîşeyan, pişt bi xwea di demên pêş de namînin.”

 

Endamê serkirdatiya YNKê tekez kir: “Daxwaz me ji xelkê bajêr jî ev e ku ew jî hevkar bin, çimku ew yek pêwendî bi wan xwe û mal û zarok û malbatên wan ve heye û em hêvî dikin ew nekevin bin bandora arîşeyan. eger pirsgirêkek jî derket, nehêlin mezin ve, daku em bikarin rewşa Xurmatu vegerînin rewşa asayiya wê, ku bi salan e xelkê vî bajêrî pêkve dijîn. Li şûna kerb û kînê, biratî û xoewîstiyê çê bikin. Em hêvî dikin ev yek di demek zû de were cîbicîkirin.”

 

Di bersiva rojnamevanan de, li ser wê yekê ku tê gotin, pêşwazî li berpirsên Heşda Şeibî tê kirin û rometê wan maç dikin, di demekê de ku xelk wan tohmetbar dike bi rijandina xwîna Kurdan, Ednan Heme Mîna wiha bersiv da:

 

“Em fermandeyên Hêza Pêşmerge pabend in bi dirûşma kevnar a partiya xwe, ku dibêje di aştiyê de em kotrê spî û nesîma bayê ne, di şer de jî em piling û bahoz in. Aştiya me aştî ye û şerê me jî şer e. em ligel hevalên Heşda Şeibî derdora 30 heya 35 sal e ku rêheval û dost in, ne tenê li Xurmatu, me li Germiyan û Qeredaxê jî pêkve baregeh hebûn. Em bi rêz ve temaşeyê wan dikin. Ew ji Bexdayê ve tên cem me, pêwîst e em jî pêşwazî li wan bikin.”

 

Heme Mîna da xuyakirin: “Daxwaza min ji medyayn jî ev e ku bi awayekê profesyonel kar bikin û exlaqê rojnamevaniyê biparêzin. Xelk ku were bo danûstandinê, ew kanalên wan mijaran dixe rojevê, gotinên nexweş ji xelkê re dibêje yan bi xêr hatina wan dike. Em hatine arîşeyê çareser bikin. Heq ev e ku medyayên me projeyan bidin me. Di şer de em naxwazin ti kes me fêr bike, di danûstandinan de ji me bêjin em çawan bergirî li mafê milletê xwe û xelk û ewlehiya bajêrê xwe bikin. Ev giring e.”

 

Endamê serkirdatiya YNKê di berdewamiya xavtinên xwe de ragihand: “Dema ku Hadî Amirî hat Xurmatuyê, guhê we lê bû ku kanaleke erebî rexne ji wî girt, ku ew ji Bexdayê ve hatiye Xurmatu û hatiye bo baregeha Pêşmerge û wek baregeha xwe zaniye. Heq wisa ye ku medyayên me jî wisa hizir bikin.”

 

Derbarê wan aliyên ku pabendî rêkevtinan nabin, Ednan Heme Mîna destnîşan kir: “Em li ser wê rêkevtin ku her kesek, çi Kurd, Ereb an jî Turkman li vî bajêrî arîşeyan çê bike, ew hêza ku li bajêr e rêkarên pêwîst ligel bike û rûbirûyê yasayê bike daku heqê xwe werbigre.”

 

Derbarê kuştî û birîndarên ji her du aliyan de jî Heme Mîna got: “Di rêkevtinê de madeyek hatiye bicihkirin, ku li gor wê ew dê li Serokatiya Encumena Wezîran a Iraqê weke şehîd bên hejmarkirin û birîndar jî dê heqê wan bê dayîn.”

 

Di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdaêw de, ku ji garantiya neşikandina rêkevtina vê carê pirsî, endamê serkirdatiya YNKê got: “Niyeta m e ev e ku em (rewşê) çê bikin.”

 

Li ser wê yekê ku gelo ev rêkevtin di navebra YNKê û Heşda Şeibî de hatiye kirin an aliyê Kurd û Pêşmere ligel Heşda Şeibî bûye, Ednan Heme Mîna da zanîn: “Ev rêkevtin di navbera Hêza Pêşmere û Heşda Şeibî de ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê jî agahdarî hatina wê şandê ne, daku ew arîşeyên heyî bêne çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst