Nêçîrvan Barzanî: Divê mamoste û xwendekarên Kurd Koçer Bîrkar ji xwe re bikin mînak

27-03-2019
RÛDAW
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Koçer Bîrkar Doktora
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li merasîma dayîna bawernameya doktoraya fexrî ji Profesor Doktor Koçer Bîrkar re ragihand: “Ji ber du sedeman kêfxweşiyê hîs dikin. Bêguman yek ji wan ji ber ku D. Koçer Bîrkar li vir e ku ev merasîm ji bo wî ye… Divê mamoste û xwendekar, Koçer Bîrkar ji xwe re bikin mînaka herî bilind.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî  diyar kir ku "pêwîst e em berê xwe bidin warê jiyana şaristanî ya asayî ku çend sal in ji ber tevlihevî, alozî û şer, em hinek jê dûr ketine".

 

Zanayê navdar ê Kurd Koçer Bîrkar ku di warê bîrkariyê de pispor e û li Rio de Jenario xelata cîhanî ya Fields a matmatîkê wergirtiye,  îro ji aliyê Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê doktoraya fexrî jê re hat dayîn.

 

Nêçîrvan Barzanî di merasîma dayîna doktorayê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî hemû kêmasiyên rewşa aborî, her dem ewilî giringî daye piştevaniya perwerdehiyê… Bêguman em nabêjin ti kêmasî tine ne û her tişt temam e. Lê em dibêjin divê xwendekar û mamoste di vê serdema zêrîn a dîrokî ya Kurdistanê de dema xwe belawela nekin. Divê ji bo fêrbûnê şev û roj bixin ser hev. Divê zanayekî weke Dr. Koçer Bîrkar ji xwe re bikin mînaka herî bilind.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, ew spasiya Serokê Zanîngeha Selahedîn Dr. Ehmed Dizeyî dike ji ber ku biryar daye ku doktoraya fexrî bidin Dr. Koçer Bîrkar.

 

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Ji ber du sedeman kêfxweşiyê hîs dikin. Bêguman yek ji wan ji ber ku Dr. Koçer Bîrkar li vir e ku ev merasîm ji bo wî ye. Sedema duyem: Wisa xuya ye ku dem hatiye em ragihînin ku pêwîst e em berê xwe bidin warê jiyana asayî ku çend sal in ji ber tevlihevî, alozî û şer, em hinek jê dûr ketine.”

 

Barzanî bal kişande ser wê yekê ku "divê em ji bîr nekin ku yekane rêya pêşketina her gelekî ji fêrbûna zanistên serdemê pêk tê.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Gelê Kurdistanê her li ku be, şanazî bi wan kesên zana dike ku dikarin di warên cur bi cur de navê Kurdistanê bibin pêş û di nav xwe de jî bibin handerê guhertina bîr û hizrên civakê.”

 

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 30 zanîngeh hene ku 700 hezar xwendekar û 8 hezar doktor û mamoste li xwe digrin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî hemû kêmasiyên rewşa aboriyê, her dem ewilî giringî daye piştevaniya perwerdehiyê.”

 

Barzanî diyar kir: “Divê xwendekarên Kurdistanê bi serbilindî biçin ser gorên helbestvanên mezin ên weke Hezretî Xanî, Mamoste Qani', Pîremêrd û Bêkes ku ji me daxwaza fêrbûnê dikirin. Herwiha bi serbilindî biçin ber wêneyên serkirdeyên mezin ên weke Şêx Mehmûd û Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir ku ji bo siberoja me, hemû qurbaniyên xwe dan.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji serokên zanîngehên hikûmetê û zanîngehên taybet daxwaz kir ku "pêwîst e hewlên zêdetir bidin, bila Herêma Kurdistanê bibe nimûneya pêşketina xwendin û zanistê. Xebata me ya rasteqîn di vir de ye. Bidestxistina xewna bav û bapîran, tenê bi rijdbûn û xebata we ya fêrbûn û zanistê pêk tê.”

 

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Di dîrokê de mil bi milê serkirdeyên siyasî yên mezin û navdar, gelek zana û rewşenbîr û hunermendên mezin jî di nav gelê me de derketine. Eger li rûpela dîrokî ya zanist û kultûrê binêrin ku bi zimanên Erebî û Farisî û Tirkî hatine nivîsandin, navên bi sedan zanayên Kurdistanê dikevin ber çavên me.”

 

Herwiha destnîşan kir: “Ev beşek e ji dîroka me ya hevbeş û miletên derdorê ku bêguman mayeya şanaziyê ye, lê belê di wan deman de Kurdistan xwediyê ti pênaseyeke serbixwe nebû, ji ber wê berhemên zana û rewşenbîrên me, bêkes diman û diketin cem miletên din.”

 

Barzanî bal kişande ser wê yekê ku "Niha xwediyê Kurdistanê heye. Pênaseya me heye û em di rêza gelan de ne, bêguman di siberojê de em dê bibin xwedî pênaseyeke mezintir. Tenê siyaset vê peywirê bi cih nayne û tenê Pêşmerge jî mil nade vê. Hûn li zanîngeh û peymangeh û dibistanên Kurdistanê, meydana pêzbaziya şaristaniya serdemê birêve dibin.”

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Di dawiyê de pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim ku xortekî wê yê weke Prof. Dr. Koçer Bîrkar derketiye. Ez bawer im hemû xelkê Kurdistanê şanazî bi vî xortê jêhatî yê warê zanista matematîkê dike.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst