Serokê Şaredariya Beykozê hat desteserkirin

27-02-2025
Nîşan Şaredariya Beykozê Alaattîn Koseler
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê Serokê Şaredariya Beykozê Alaattîn Koseler û 20 kesên din bi tohmeta “sextekarî di îhaleyan de kiriye” hatin desteserkirin.

Dozgeriya Komarî ya Beykozyê ve bi tohemta "sextekariya di îhaleyê de" derbarê Serokê Şaredariya Beykozyê Alaattîn Koseler biryara desteserkirinê derxist

Her wiha li dijî 17 kesên din jî bi tohmeta "sextekariya di îhaleyê de" û "avakirina rêxistinê bi armanca sûc, endamtî û alîkariyê"destseserkırinê hat dayîn.

Li gorî vê biryarê, ji aliyê tîmên Rêveberiya Têkoşîna li dijî Sûcên Malî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê ve KOseler û 20 kesên din hatin desteserkirin.

Tîmên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya Vatanê.

Her wiha hat zanîn ku lêgerîna tîmên polîsan a li avahiya Şaredariya Beykozyê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst