HSDê operasyona “Tolhildana Şehîdên Reqayê” didomîne

27-01-2023
RÛDAW
HSDê "Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê" didomîne
HSDê "Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê" didomîne
Nîşan HSD Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Reqayê Hêzên Operasyonên Hevbeş ên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê didomîne.

Di çarçoveyê Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê de Hêzên Operasyonên Hevbeş ên ser bi HSDê, şaneyeke DAIŞê hilweşandin û 2 endamên çalak ên DAIŞê desteser kirin.

Endamê DAIŞê Ehmed Îd el-Ebid anî ziman, “Ez di 2016ê de tevlî DAIŞê bûm. Ez bi rêya Amir Elî tevlî DAIŞê bûm, ku niha li Tirkiye ye. Kesek bi navê Şamî Berpirsê me ye. Min û kurrê apê xwe Kasir yek ji êrîşkarên ser navenda asayîşa Reqayê li malê derman kir. 450 dolar ji aliyê Şamî ve bo me hatibûn.”

Endamê DAIŞê Kasir Îdan el-Ebid got, “Ez di 2017ê de tevlî DAIŞê bûm. Di 2019an de ez li navçeya Ednaniyê ji aliyê firokeyan ve birîndar bûm. Ehmed peywendî li gel min kir, ku divê tu biçe kesekî birîndar li ba dewara Niêm a Reqayê bîne. Nêzîka 10 rojan me ew birîndar derman kir, piştî ew kes rehet bû, berê xwe da Reqayê û çû aliyê rojhilat.”

Desteserkirina endamên DAIŞê Ehmed û Kasir, piştî rojekê ji desteserkirina Waliyê Reqayê Etella Mîthan ji aliyê hêzên taybet ên HSDê ve bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dibe.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di demjimêr 12ê şeva Çarşemê 25ê Çileya 2023an li dijî şaneyên DAIŞê li gundewarê Reqa, Kerame, Tebqe û Sirrînê dest bi Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê kirin, heta niha jî Hêzên Operasyonên Hevbeş ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve bi piştevaniya helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 70 endamên DAIŞê li parêzgeha Reqayê girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst