Li Xarpêtê asta ava bendav û golan bilind bû

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Erdheja Xarpêtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, di encama baranên hefteya borî de asta bendav û golan di navbera ji sedî 1-17an de bilind bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend roj in barana gur dibare.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê baran bibare û ji bo 67 bajaran di asta zer û pirteqalî de hişyariya barana gur hat dayîn.

Barana gur a rojên dawî bandoreke erênî li çavkaniyên avê kir û asta bendav û golan bilind bû.

Li gorî amarên 9emîn Rêveberiya Herêmê ya Karên Avê ya Dewletê, li parêzgeha Xarpêtê di encama barana hefteya borî de asta ava Gola Xezerê ji sedî 44an bû ji sedî 44,7, asta ava Bendava Beyhanê ji sedî 31,2an bû ji sedî 38,4, asta ava Bendava Tatarê ji sedî 88,9an bû ji sedî 92,2, asta ava Bendava Kanatliyê ji sedî 65,8an bû ji sedî 73,1, asta ava Bendava Qelecixê ji sedî 55,6an bû ji sedî 67,2, asta ava Bendava Cipê ji sedî 55,4an bû ji sedî 56,3, asta ava Bendava Dedeyoluyê ji sedî 39,5an bû ji sedî 42,7, asta ava Bendava Kepetaşê ji sedî 34,4an bû ji sedî 35,1 û asta ava Bendava Bazlamayê ji sedî 87,2an bû ji sedî 92,6.

Li Xarpêtê di hefteyeke dawî de li ser metre çargoşeyekê 64,2 kîlogram baran bariyaye û tê pêşbînîkirin zêdetir bibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst