Parêzer Ozalp: Ziyanpêketiyên li Herêma Kurdistanê dikarin ji Tirkiyê tazmînatê bistînin

26-11-2022
RÛDAW
Hejmarek parêzeran li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo qerebûkirina xelkê Herêma Kurdistanê yên ku ji ber bombebaranên Tirkiyê ziyan dîtine, dest bi pêngavekê kirin.
Hejmarek parêzeran li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo qerebûkirina xelkê Herêma Kurdistanê yên ku ji ber bombebaranên Tirkiyê ziyan dîtine, dest bi pêngavekê kirin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Hişyar Ozalp ragihand ku ku li ser bingeha “Yasaya bi hejmare 5233 ya derbarê  qerebûkirina zirarên ji ber terorê û têkoşîna li dijî terorê çêdibin” hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên ji ber operasyon û êrişên Tirkiyê zerarar û ziyana wan bûye dikare li dijî wî welatî doza qerebûkirinê vekin.

Hejmarek parêzeran li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo qerebûkirina xelkê Herêma Kurdistanê yên ku ji ber bombebaranên Tirkiyê ziyan dîtine, dest bi pêngavekê kirin.

Parêzer Hişyar Ozalp beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser mijarê axivî û bal kişand li ser yasaya hejmare 5233 destûra Tirkiyê û got: “di nav şert û mercan de negotiye tenê kesên li nav sînorên Tirkiyê yan jî hemwelatiyên Tirkiyê dê bên qerebûkirin.”

Ozalp da zanîn ku di vê çarçoveyê de welatiyên li Herêma Kurdistanê yên ku ziyan li wan bûye,  dikarin serî li wan bidin û ji Tirkiyê tazmînatê werbigirin û got: “Di yasaya bi hejmara 5233an de tê gotin ku eger di têkoşîna li dijî terorê de zirarek çêbibe, dewlet neçar wan qerebû bike.”

“500 hezar kes koçber bûn”

Ozalp got: “Ev çend sal in rewûşa ji ber operasyonên dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dibe, bi rastî jî karesat e. Divê em wê yekî karesat binav bikin.  Ez bi xwe çûm Silêmanî, Amedê û Duhokê û çend cihên din. Me bi hinek berpirsên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin kir. Derdora 800 gund hatine valakirin. Wate nêzîkî 70-100 hezar malbat, yanî 500 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Du aliyên hiqûqî hene: Ya yekem hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê ye û ya duyemîn jî hiqûqa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye.

Li Bakurê Kurdistanê di salên 90î de bi hinceta têkoşîna li dijî terorê gelek gund hatin valakirin. Nêzî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin. Ji bo tezmînata wan doz hatin vekirin û ew doz gihiştin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Piştî salên 2003-2004an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji Tirkiyê re got, 'gelek dosyeyên têne, hûn bi xwe rêyekê bibînin. Hûn bi xwe ziraran bişopînin û bila dosya ji me re nayên. Li ser vê yekê Tirkiyê yasayek derxist; Yasaya bi hejmare 5233 ya derbarê  qerebûkirina zirarên ji ber terorê û têkoşîna li dijî terorê çêdibin.”

"Me lêkolîneke berfireh kir, dê zirar ji sedî 100 were qerebûkirin"

Derbarê vê yasayê de Ozalp got: “Ev yasa çi ye? Di hiqûqê de prensîbek heye. Tu tawanbarî nebî jî, her çend dewlet ne bûye sedema ziyanpêketinê, dewlet carna mecbûr e bi awayekî objektîf zirarê lixwe bigire û qerebû bike. Mînak PKKê li vir zerarek jî dabe jî, her dîsa divê dewlet zerarê bide.

Ev qanûn ji sala 2004an ve tê pêkanîn. Me wekî parêzeran serlêdan kir û heta niha jî berdewam dike. Tirkiyê heta niha 4 milyar dolar tazmînat daye welatiyên xwe. Ev pêvajo hêj berdewam e. Di qanûnê de nehatiye gotin ku kesên zirarê dibînin an jî serlêdan dikin divê hemwelatiyên Tirkiyê bin. Herwiha hevokeke ku bibêje  `divê ev zirar di nav sînorên Tirkiyê de be` jî  tune ye. Tê gotin, `eger di têkoşîna li dijî terorê de zerar çêbibe, pêwîst e dewlet wan qerebû bike.

Herwiha biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hene. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dibêje, `eger dewleteke peyman îmze kiribe û li herêmeke li derveyî sînorên xwe ji aliyê leşkerî ve serdest be, baregeh û binkeyên serbazî ava bikin ava bikin û operasyonên leşkerî encam bidin, dê dadgeh jî xwedî serwer be û li wir berpirsyar be."

Ozalp diyar kir ku wan weke parêzer tîmek ava kirine û got: “Me li Amedê ofîsek heye û herwiha li Silopiya jî hinek hevalên me hene. Ew kesên zerar dîtine, divê ji noterê vekaletnameyekê ji bo me yan ji bo parêzarek din derbixe. Piştre dê yan li Konsulxaneya Tirkiyê yan jî ew kesên nêzîkî sînor dikarin bêne Silopiya vekaleta xwe bidin me. Xerciyên wan jî kêemî 15 dolaran e. Karên dîn em dê bikin. Me lêkolînek berfireh kiriye. Piştî ku serlêdan hat kirin dê ji sedî 100 zirara navborî bê qerebûkirin. Helbet divê rewşa siyasî jî li ber çavan bê girtin. Em dê serî li komîsyona Şirnex an jî Colemêrgê bidin. Di doza redkirinê de diçe dadgehê. Eger na, ev dosya diçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryarek jî bide, divê Tirkiye van zerara qerebû bike.”

“Dibe ku Tirkiyerasterast tazmînatê bide”

Parêzer Ozalp  eşkere kir ku 100 hezar malbat, wate nêzîkî 500 hezar Kurd di nav sînorên Tirkiyê de mexdûr bûne û got, "Ne mimkun e ku ev zerar neyê qerebûkirin. Divê ev kes teqez ew li mafên xwe xwedî derkevin."

Ozal herwiha da zanîn ku “Ev eger jî heye di derbarê tazmînatê de jî Tirkiye bêyî ku hewce bike dosya biçe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, tazmînatê bide. Rastiyeke wisa jî heye her çend dewleta Tirkiyê tiştên gelek xirab dike û dewleteke dagirker e, di mijara qerebûkirinê de eger kesek mexdûr bibe wî/wê qerebû dike. Ev yek di dîroka Tirkiyê de jî heye. Eger serlêdan zêde bin Tirkiye dikare bibêje `em komîsyoneke taybet ava bikin û tazmînatê bidin”. Lê tî serlêdanên girseyî nebûne. Divê xelkê me serî lê bidin û dema serî lê dan jî dê serbikevin.”

Derbarê diyarkirina ziyanan de jî Ozalp got: “Li parêzgariyan komîte hene di nav wan endezyarên çandinî, nexşe û avahîsaziyê hene. Mînak eger kese neçar bûye ku ji mala xwe derkeve û nikare biçin. Ev komîte hesap dike dibêje ev qas zerar bûye.  An jî eger kesek nikaribe zeviyên xwe yên çandiniyê biçînin û biçînin. Komîte ziyanên 10 sal diyar dikin. An jî darên tê yên meywe hene, dewlet pereyê wan dide.  Ev komîtiye van hemûyan diyar dikin. Eger şande nikarin biçin hin gundan. Di vê rewşê de bi rêya satelaytê cihê gundê xwe diyar dike, li çend donim erd û çend xanî hene her tişt tê diyarkirin.

Ji bo agahiyên zêdetir hûn dikarin bi vê telefonê re peywendiyê danin: +964 751 140 4792

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst