PANEL/STENBOL – Bandora Kurdan a li ser Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin

26-11-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurd Rojhilata Navîn Stenbol Îran Ereb Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Grupa Ramanê ya Stratejîk û Navenda Lêkolînên Îranê li bajarê Stenbolê civîn û panêlek taybet li darxist. Kesayetî û biryarderên diyar ên Kurd û Ereb û Tirk di vê panêlê de ku tenê Rûdaw karî rumala wê bişopînî, “Dosyeya Kurdî” û bandora li ser welatên derdorê nîqaş kirin.


Kurdên beşdar, daxwazên mafên xwe ji beşdarvanên Tirk û Ereb re bi rûnî vegotin. Yek ji axaftvanên vê panêlê Parlamenterê AK Partiyê Yasîn Aktay, diyar ki ku ji bo têkilîyên navbeyna Herêma Kurdistan û Hikumeta Turkiye bigihêje asta xwe ya berê dem lazim e.


"Dosya Kurdî û Bandora wê li ser Welatên Rojhilata Navîn" babeta diyarkiriya panêla ku li bajarê Stenbolê ji hêla Navenda Lêkolînên Îran û Grupa Ramanê ya Stratejîk hat li dar xistin. Kurdên beşdar, daxwazên xwe yên diyalog û çarenivîsê carek din zelal kirin.


Serokê Fraksiyan Yekgirtû li Parlamentoya Iraqê Musena Emîn ji Rûdawê re wiha got: “Em hewla wê yekê didin ku van navendên diyar , rewşa Kurdan, baş fahm bikin û zanîbin ku  mafên wan ji yên niha diyare zêdetir divê hebe. Divê kêşeya Kurd çareser bibe ji bo li navçeya Rojhelata Navîn ewlehî pêk were."


Nêzîkbûna Herêma Kurdistanê û hikumeta Tirkiyê jî yek ji hêviyên kombûnê bû.


Serokê Bizava Geşeyê Muhammed Bazyanî jî got: “Berjewendiyên me yên hevbeşên hene. Sînorekî dirêj heye di navbera me de. Divê em peywendiyên xwe pêşbixin ne paş ve bixin. Tirkiye ji bo gihiştina hedefên xwe yên 2023yê divê rewşa herêmê li ber çavan bigire."


Parlamenterê AK Partî û Şêwirmendê Serokkomarê Yasîn Aktay  jî got: “Ji bo peywendiyên me li gel Beşa Kurdî  ya Iraqê bikeve asta xwe ya berê demek lazim e. Em ne sebebên şikandina van peywendiyana ne. Me digot ku bila neçin referandumê."


Pirsporê Ereb Berêweberê Navenda Atlas bo siyasetên dervê yên di navbera Efrîka û Turkiye Riza Huseynî jî dijayetiya Tirkiye li hember Kurdistanek serbixwe wiha şîrove dike: “Tirkiye dewleteke Kurdî, li ser xwe wek dînamîtek dibîne ku dikare welat hilweşîne."


Li qadên aşkira, hin ji biryarderên welatên derdorê dijayetiya xwe li hember deskeftên Kurdan nîşan didin lê dema bi Kurdan re li civînên weke vê nimûnê rudinên fikrên xwe bi erênî diguherin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst