ROJAVA - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve tîmeke tenduristiyê îdam kirin

26-10-2019
RÛDAW
Ew tîma tendursitiyê bo veguhastina xelkê birîndar ber bi başurê Girê Spî ve çûbû
Ew tîma tendursitiyê bo veguhastina xelkê birîndar ber bi başurê Girê Spî ve çûbû
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê Tîmeke Tenduristiyê Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Tirkiyê li 3 endamên tîmeke tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê îdam kirin.

Li gor zanyariyan çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyê ku Tirkiye pitevaniya wan dike, 3 endamên tîmeke tenduristiyê îdam kirine.

Pîzişk Mihemed Arif Elî li Kobaniyê ragihand ku ew tîm ji 3 karmendên nexweşxaneya Girê Spî pêk dihat.

Mihemed Arif Elî diyar kir ku dema ew tîm bi ambûlansekê diçû başûrê Girê Spî ji bo rakirina birîndaran, çekdarên Ehrar el-Şerqiye ambûlansa wan kirine armanc.

Elî aşkere kir ku piştî êrişê, ew her sê endamên tîma tenduristiyê ji aliyê grûpên çekdar ve tên girtin, piştre tên îşkencekirin.

Herwiha Elî diyar dike ku piştre ew endamên tenduristiyê ji aliyê wê grûpa çekdar ve tên îdamkirin û bêrêzî li termên wan tê kirin.

Mihemed Arif Ebdî da zanîn ku ew hersê karmendên ku hatine îdamkirin navên wan, Mihemed Bozan, Midya Xelîl û Havîn Îbrahîm in.

Binpêkirina grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi îşkencekirin û kuştina wan karmendên tenduristiyê sînordar nîne. Wan grûpên çekdar li Serê Kaniyê û deverên din jî bêrêzî li termên şervan û xelkê sivîl kiribûn û li ser torên civakî belav kiribûn.

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve di 12ê Cotmehê de jî siyasetvana Kurd û çalakvana mafên jinan Hevrîn Xelef li ser rêya M4 a di navbera Eyn Îsa û Qamişloyê de, piştî îşkencekirinê kuştin.

Li gor raporta otopsiyê, Hevrîn Xelef ji pora xwe ve hatiye kişandin, ku bûye sedem çermê serê wê şeq bibe, herwiha piyê wê şikestiye berî ku ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve were gulebarankirin.

Rêxistina Netewên Yekgirtî (UN) û rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), ji ber êrîşa li ser bakurê Sûriyê û encamdana “tawanên şer” şermezar kirine.

Ofîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî roja 15ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Dibe ku Tirkiye weke dewlet, ji ber binpêkariyên ku komên çekdar ên ser bi wî welatî ve encam didin, berpirsyar were dîtin, heta wê demê ku Tirkiye bi awayekê pratîkî kontrol li ser wan koman heye, yan operasyona ku ew binpêkarî di dema wê de hatine encamdan, berdewam be.”

Herwiha Sekreterê Giştî yê Amnesty Ineternational, Kumi Naidoo jî roja 18ê Cotmehê ragihandiye: “Hêzên leşkerî yên Tirkiyê û hevpeymanên wê bi awayekî ciddî û bêşermane li hember jiyana welatiyên sivîl xemsar bûne”, û bûne gef li ser jiyana wan.

Herwiha herî dawîn li gundewarên Girê Spî şervaneke YPJê ya bi navê Çîçek Kobanî dîl ketibû destê wan çekdaran û di girte vîdyoyên hatine belavkirin de wan çekdaran heqaret lê dikirin û gef dixwarin ku ew dê wê şervana Kurd serjê bikin.

Nûnerê Amerîkayê taybet bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey jî duh ragihandibû ku ew di derbarê kiryarên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Rojavayê Kurdistanê gelek bi fikar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst