Li Kerkûkê qezayeke giran çêbû

26-09-2024
Nîşan Kerkûk Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Kerkûk û Tikrîtê qezayeke giran çêbû û mirî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Nexweşxaneya Kerkûkê wergirtine, heta niha 5 term gihiştine nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan, sê otomobîl tevî qezayê bûne.

Berdevkê Saziya Tenduristiyê ya Kerkûkê Saman Yabe got, “Dibêjin 10 kes mirine lê hîn agahî ne zalal in.”

Saman Yabe eşkere kir ku 5 term birine Saziya Bijîşkiya Dadî ya Kerkûkê û 4 birîndar jî li Nexweşxaneya Kerkûkê ne.

Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn jî ji nexweşxaneyê ragihand, “Hejmara niriyan gihiştiye 10an.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, nasnameyên mirî û birîndaran wiha ne:

Mirî

- Kîfah Hazim Zeîl (1989)

- Mesrûr Haris Mezher (2022)

- Zeyd Haris Mezher (2013)

- Mehmûd Haris Mezher (2015)

- Sîdre Hariz Mezher (2017)

- Haris Hebîb Îsmaîl

- Mihemed Ilîwî Mihemed (1986)

- Elî Şehab Hemed

- Du zarok winda ne

Birîndar

- Udey Şehab Hemed

- Şeza Mehmûd Şehab

- Mihemed Zêdan Xelef

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst