ROJHILAT – Jineke Kurd hat bidarvekirin

26-09-2019
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Sine Kurd Leyla Zer-Efşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê, îro jineke Kurd a bi navê Leyla Zer-Efşan li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bidarve kir.

Navenda Demokrasî û Mafên Mirovan a Kurdistanê ku rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, ragihandiye ku îro pênşemê sere sibê welatiya Kurd, Leyla Zer-Efşan li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatiye îdamkirin.

Leyla Zer-Efşan roja bihorî 25ê Îlonê ji bo cîbicîkirina biryara bidarvekirina wê, bo hucreyeke takekesî ya girtîgeha Sineyê hatibû veguhastin.

Leyla Zer-Efşan 5 sal berî niha ji ber kuştina hevjînê xwe hatibû girtin û dadgeheke Sineyê bi tohmeta kuştina bi qestî, sizayê bidarvekirinê bi ser wê de sepandibû û ew dema 5 salan bû ku li girtîgehê zîndanî bû.

Çendîn caran malbata Leylayê û çendîn çalakvanan û bi taybet di wan mehên dawiyê de hewl dabûn, ku rizamendiya malbata kesê kuştî werbiggrin, daku ew jin neyê bidarvekirin, lê hemû hewldanên wan bê encamp mabûn.

Hêj aliyên fermî yên pêwendîdar ê hikûmeta Îranê, nûçeya bidarvekirina wê jina Kurd neragihandine.

Îran yek ji wan welatên cîhanê ye ku biryara bidarvekirinê cîbicî dike û di warê cîbicîkirina sizayê bidarvekirinê de, pişî Çînê di pileya yekem de cih digire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst