Xwendekar di bin konên koçeran de ne: ‘Ji bo lêkolîna zanistî girîng e’

26-08-2024
RÛDAW
Nîşan Koçer Xwendekar Civaknasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekar li zozanên Çiyayê Agiriyê li ser jiyana koçeran lêkolînê dikin.

Koçer li quntara Çiyayê Agiriyê, li zozanên Korhanê yên li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê konên xwe vedidin.

Hejmarek akademîsyenên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê çûn zozanên Korhanê ku bilindahiya wan ji asta deryayê 2 hezar û 200 metre ye û li ser jiyana koçeran lêkolînê dikin.

Berpirsê projeyan ê Zanîngeha Îdirê Adem Ulu li ser lêkolînê got:

“Em di çarçoveya projeya rêbaza etnografiya zanista civakî de, li gel xwendekarên master û doktorayê ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatine.

Em ji bo di demeke diyarkirî de dersên teorîk û pratîk li gel koçerên kevn ên herêmê bibînin hatine vê derê.”

Akademîsyen û xwendekarên li gel koçeran wext derbas dikin, jiyana wan a di bin konan de û karê rojane diceribînin.

“Ji bo lêkolîna zanistî girîng e”

Mamosteya Koleja Geştyariyê ya Zanîngeha Anadoluyê Semra Gunayê jî anî ziman:

“Ji seranserê Tirkiyeyê anîna xwendekaran û fêrbûna vê ezmûnê ya bi çend disîplînên cuda gelekî girîng e.

Ji bo perwerdekirina xwendekarên me alîkariyek e û ji bo lêkolîna zanistî jî girîng e.”

Xwendekar bi kêfxweşî behsa cudahiyên xwendina derbarê jiyana koçeran a di pirtûkan de û vê ezmûnê dikin.

Derçûya Zanîngeha Harranê Berîn Çobanê got:

“Cara yekem e ku ezmûneke min a wiha çêdibe.

Ez xwendekara civaknasiyê me.

Di demên pêş de dixwazim rêbazên entografiyê bi kar bînim.

Ji bo min destpêkeke baş bû û dê bibe bingeh ji bo kar û xebatên min.”

Projeya "Rêbaza Etnografîk di Zanistên Civakî de" ji aliyê Zanîngeha Îdirê ve hatiye organîzekirin.

Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknîkî ya Tirkiyeyê piştgiriyê dide vê projeyê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst