Îsotên Rihayê bi marka 'Taste Of Urfa' tên hinardekirin

26-08-2021
Mihemed Emîn Demir
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Îsotên Rihayê Welatên Ewropa Îsot Taste Of Urfa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsotên li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê tên berhemanîn bi marka "Taste Of Urfa" bo welatên Ewropa tên hinardekirin.

Parêzgeha Rihayê ku xwediyê çandeke dewlemend a xwarinê ye, bi îsotên hişkkirî ku tameke cuda dide xwarinan bi nav û deng e.

Li Rihayê bi hewldanên Parêzgeh û Rêveberiya Çand û Geştyariyê ji bo berhemên xwemalî bo derveyî welêt bêne hinardekirin Kompanya Pêşvebirina Geştyariyê ya Rihayê hat avakirin.

Kompanya Pêşvebirina Geştyariyê ya Rihayê, bi marka "Taste Of Urfa" dest bi hinardekirina 5 corên îsotan bo welatên Ewropayê kir. Îsotên Rihayê ku bi rêya online li ser malperên herêmî û navneteweyî tên firotin bo Amerîka û Ewropayê tên şandin.

Rêvebirê Kompanya Pêşvebirina Geştyariyê ya Rihayê Mehmet Uncu dibêje, em du salin li ser marka "Taste Of Urfa" dixebitin.

Rêvebirê Kompanya Pêşvebirina Geştyariyê ya Rihayê Mehmet Uncu, diyar dike, “Em dixwazin geştyar berhemên Rihayê wek diyarî bikirin û em berhemên Rihayê bo Ewropayê hinarde bikin. Me bi armancê dest bi kar kir. Herwiha em dixwazin bi rêya berhemên xwe welatê xwe bidin nasîn. Me hinardeya xwe ya ewil sala par bo Amerîkayê kiribû. Niha jî em çûne nav bazarên Ewropayê û me bo Îtalya, Îspanya, Fransa, Almanya û Hollandayê dest bi hinardeyê kir.”

Îsotê Rihayê bi tama xwe ya xweş navdar e û ji ber li malan bi destan tê çêkirin her çiqas tûj bin jî zikê mirov jê naêşe.

Endazyara Xorakê Asli Melîk, dibêje, “Teknîkên taybet ên îsotê Rihayê hene. Îsotên me ji aliyê jinan ve ji bîberên taybet ku li Rihayê tên berhemanîn bi destan tên çêkirin. Taybetiya herî mezin ya îsotê Rihayê tama wan ya aromatîk e. Îsotên me bêyî ku têk biçin dikarin du salan di rafan de bimînin.”

Li gorî daneyên Yekîtiyên Hinardekarên li Bakurê Kurdistanê di sala 2020ê de bi bihayê 7 milyon û 637 hezar dolarî hezar û 913 ton îsot bo 107 welatan hatin hinardekirin.

Îsal jî di navbera mehên Çile û Hezîranê de hinardeya îsota %46 zêde bûye û di şeş mehên destpêkê yê sala 2021ê de bi 4 milyon û 730 hezar dolar îsot hat hinardekirin.

Di hinardeya îsotan de bi milyonek û 236 hezar dolar Almanya di rêza yekem de cîh girt û bi 869 hezar dolar Hollanda di rêza duyem û bi 448 hezar dolar Brîtanya di rêza sêyem de cîh girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst