Barzanî li Viyana daxwaz kir wî bibîne

26-08-2016
RÛDAW
Nîşan Barzanî Çoman Viyana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Viyana daxwaza dîtina qaymiqamê berî yê qezaya Çomanê Ebdulwehîd Guwanî kir.

 

Piştî serdana xwe ya Tirkiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihişte paytexta Avûstûrya Viyanayê û li vir daxwaz kir ku dostekî xwe yê kevin bibîne.  

 

Qaymiqamê berî yê qezaya Çomanê Ebdulwehîd Guwanî ji Rûdawê re got,”Îro demjimêr 11:00ê telefonek bo min hat. Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji min re got ku Serok Barzanî dixwaze te bibîne.”

 

Guwanî behsa hevdîtina xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî:

 

“Nêzîkê 15 xulekan em axivîn. Cenabê Serok rewşa tendurustiya min pirsî. Herwiha me derbarê rewşa Kurdistanê û geşta serok a Tirkiyê de jî axivî.

 

Ebdulwehîd Guwanî qala hevnasîna xwe ya ligel Serok Barzanî jî kir û da zanîn ku di sala 1984ê li gundê Rajanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi hev re bûne, bi hev re xebat û kar jî kirine.  

 

Qaymiqamê berî yê Çomanê xweşhaliya xwe ya li hember vê hevdîtinê jî anî ziman û got, “Serdana cenabê Serok jib o min serbilindî ye. Ev yek rêzgirtina xebata min 30 salî ya ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê ye.

 

Ebdulwehîd Guwanî ji zarokatiya xwe ve nexweşê gurçikan e û ji bo dermankirinê ev demeke li Viyana dimîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst