Pêngavên PDK û YNK piştî diyarkirina berbijêrê Serokwezîr

26-07-2022
RÛDAW
Pêngavên PDK û YNK piştî diyarkirina berbijêrê Serokwezîr
Pêngavên PDK û YNK piştî diyarkirina berbijêrê Serokwezîr
Nîşan PDK YNK Diyarkirina Serokwezîr Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destnîşankirina berbijêrê postê Serokwezîrê Iraqê ji aliyê Çarçoveya hemahengiyê, ji bo ew berbijêrê Serokkomar yeklayî  bikin gûşarên li ser YNK û PDKê zêdetir bûne ku pêkanîna hikûmetê derengtir nekeve.

Her çiqasî Serokê Şandeya Danûstendinê ya PDKê bo Rûdawê ragihand ku biryare Yekîtî û Partî di çend rojên bê de li ser vê mijarê bicivin û geşbînî jî bo gihîştina bi rêkeftinekê nîşan da lê heta niha asoya rêkeftina her du aliyan ne zelal e.

PDK ligel wê yekê ye ku ligel Yekîtî bi yek berbijêrî biçin nav parlamentoyê û senaryoya 2018an dubare nebe, her çiqasî YNK xwe dispêre dengê hevpeymaniyan bi taybetî çarçoveya hemahengî yê.

Serokê Encûmena Şêwirmend ya Iraqê Ferhad Elaedîn got "Serkirdayetiya YNK û PDKê heftiya borî du caran civiyan, diyar e ku heta niha negihiştine encamekê ji bo çareserkirina pirsa serokomar, ji ber wê jî tê çaverêkirin ku di parlamentoyê de çareser bibe, wek sala 2018ê, mixabin dibe ku çareser nebe. tiştekî baş e, eger li ser namzedê serokomariyê li hev bikirana û Kurd hemû bi yekrêziyê biçûna parlamentoyê dê baştir bûya."

Roja Duşembê Berpirsê Dosyeya Iraq li Baregeha Barzanî Erefat Kerem ragihand helwesta PDKê derbarê berbijêrê bo posta serokkomar cigire û daxwaz kir ku post li Parlamentoya Herêma Kurdistanê yeklayî bê kirin û ew jî bi çareseriya lihevkirinê bi nav kir.

Lê Berpirsa Navenda YNK li Bexdayê û Endama Serkirdayetiya wê rêxistinê Rabîhe Hemed bo Rûdawê got: “Ti rêkeftinek di navbera Yekîtî û Partî bo berbijêrekî din nehatiye kirin, Yekîtî rijde li ser Berhem Salih û serkeftin jî mîsoger kiriye.” Heman demê de got “piraniya parlamentoyê dê deng bidin berbijêrê Yekîtî”

Endama Berê yê Encûmena Nûneranê Iraqê Eşwaq Caf dibêje "Di vê demê de danûstandin hêj berdewam in, em weke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi danûstandinên xwe yên li gel birayên YNKê hewlên cidî didin da ku bi yek berbijêrî derbasî parlamentoya Iraqê bibin, daku namzed nûnertiya kurdan bike ne ku berbijêrtiya yek hizbî bike.

Hefteya borî YNK û PDK di asta jor de li baregeha Barzanî civîyan, tê çaverêkirin ku di demeke nêz de civîneke diyarker li ser pirsa serokkomariyê jî çêbikin lê ne diyare ku li ser berbijêrekî li hev bikin an jî dê senaryoya 2018an dubare bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst