Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik li parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê konferansek saz kir û tê de behsa siyaseta PAKê ya derbarê rewşa Kurdan de kir.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk îro Duşemê 26ê Hezîrana 2022yan li Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê konferansek da.
Li gel rêvebir û endamên PAKê yên Mêrdînê, Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salih Omerî, revebir û endamên TDK-TEVGERê, nûnerên PDK-BAKUR, Serokê Lijneya Bilind a Şêwirmendîyê ya GUNSIADê Bedrettin Karaboga, Seroke Komeleya Cotkar û Çêkerên Garisî yên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê Mehmet Hanîfî Muslumoglu, Serokê Yekîtiya Emlakçiyan a Qoserê Diyadîn Seydaogullari û hejmareke siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li cihê konferansê amade bûn.
Mustafa Ozçelîk di derbarê rewşa li Bakûr Kurdistanê û Tirkîyeyê û herweha rewşa Rojava , Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê de bir û ray û sîyaseta PAKê anî ziman.
Piştî axaftina Mustafa Ozçelîk, hinek beşdarên konferansê jî bîr û rayên xwe anîn ziman û ji Mustafa Ozçelîk pirsên xwe kirin; wî jî bersîva wan pirsan da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse