Agir bi genim û cehên cotkarên Kerkûkê ket: 4 kes mirin

26-05-2019
RÛDAW
Çend roj in bi awayekî berdewam agir bi genim û cehên Kerkûkê dikevin
Çend roj in bi awayekî berdewam agir bi genim û cehên Kerkûkê dikevin
Nîşan Agir Genim Ceh Kerkûk
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Ji şevê din ve heşt bûyerên şewatê li nav genim û cehên cotkarên Kerkûkê derketin. Herwiha çend bombe li nav zeviyan teqiyan û heta niha çar kesan jiyana xwe ji dest dan û heft kes jî birîndar bûn.

 

Berpirsê Ragihandina Fermangeha Berevaniya Şaristanî ya Kerkûkê Mulazim Qeys ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şevê din li devera Ebasî û çend gundên Hewîce, Beşîr û Reşad agir ketiye genim û cehên cotkaran, herwiha sê bûyerên şewatê jî li Daqûqê qewimîne.

 

Li gor gotina Mulazim Qeys bi dehan donim zevî şewitîne û dibêje ku li hemû deveran tîmên wan hene, lê belê ji ber zêdebûna şewatê heta digihîjin wan deveran, nikarin xwe bigihînin beşek ji wan agiran.

 

Ji ber teqîna bombeyekê li devera Ebasî ya Hewîceyê, sê kesan jiyana xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn.

 

Berdevkê Devera Bakur ê Heşda Şeibî Elî Haşimî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Dema ku hêzeke polîsê Daqûqê bi hawara xelkê ve çû, li nêzîkî agir bombeyek teqiya, di encamê de polîsekî jiyana xwe ji dest da û du polîs jî birîndar bûn.”

 

Herwiha duh bi şev li sînorê Daqûqê jî bombeyek teqiya û du welatî birîndar bûn û birîndar ber bi nexweşxaneyên Kerkûkê hatin veguhestin.

 

Ji bo hawarçûna vê rewşê û kontrolkirina şewatên li genim û cehên cotkarên Kerkûkê, Parêzgarê bi Wekalet lijneya hawarçûna qeyranan pêk aniye.

 

Berpirsê Ragihandina Parêzgeha Kerkûkê Merwan Anî ragihand: “Bi serperiştiya rasterast a Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet Rakan Cibûrî û Alîkarê Parêzgar Elî Hemadî û bi alîkariya polîs û Heşda Şeibî bi awayekî meydanî diçin deverê ji bo hawarçûna cotkaran û kontrolkirina vê rewşê, bi taybetî di navbera Reşad û Beşîr de ku şewat li wir berfireh bûye.”

 

Herwiha li gor gotina Berdevkê Devera Bakur ê Heşda Şeibî, "berî niha çekdarên DAIŞê ji xelkê wê deverê fitre û zekatên wan xwestine, xelkê jî red kiriye, ji ber vê yekê em wisa texmîn dikin ku destê çekdaran di şewitandina genim û cehên deverê de hebe".



undefined

 

undefined

 

undefined

 

undefined

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst