Ji HDPê bo Mamoste Kadrî Yildirim peyama sersaxiyê

26-03-2021
RÛDAW
Nîşan Prof. Dr. Kadrî Yildirim Mîthat Sancar Pervîn Buldan Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo zimanzan û nivîskarê Kurd Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku ji ber xwîrijiya ser mejiyê jiyana xwe ji dest daye peyameke sersaxiyê belav kirin.

Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di peyama xwe ya sersaxiyê de gotin “Em xemgîn in ku me Mamoste Kadrî Yildirim wenda kir.”

Buldan û Sancar peyama xwe de dibêjin ku “Me bi êşeke kûr bihîst ku akademîsyen Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest daye.”

Û di peyama xwe de wiha berdewam dikin “Mamoste Kardrî jiyana xwe ji bo zimanê Kurdî feda kiriye, li pey xwe xebatên bêhejmar ên zanistî hiştiye, bi hezaran xwendewanan mezûn kiriye û me ji wî gelek tişt hinkiriye. Berhem û danehavên wî yên kûr dê bi me re bijîn. Xwedê rehma xwe li Yildirim bike, serê malbat, xizm û xwendekarên wî sax be.”

Zimanzan, dîroknas û nivîskarê Kurd Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 23 Adarê de ji ber xwînrijiya ser mêjiyê, ew li Ameda Bakurê Kurdistanê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û ew kiribûn bin çavdêriya hûr û îro berê êvarê koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst