Bo cara sêyem bi dehan xwendekarên keç li Rojhilatê Kurdistanê jehrî bûn

26-02-2023
RÛDAW
Nîşan Loristan Birûcêrd Rojhilatê Kurdistanê Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bo cara sêyem hejmareke zêde ji xwendekarên dibistaneke keçan a qonaxa lîseyê li navçeya Birûcêrd a parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi jehrî ketine û ji bo dermankirinê ew rakirine nexweşxaneyan.

Qaymeqamê Birûcêrdê Muslim Moradî, êvara Şemiyê 25ê Sibatê ji medyaya fermî ya Îranê re ragihand ku 44 xwendekarên Dibistana Lîseyê ya Ehmediyê ji ber gêj bûne û lawaz bûne, rakirine nexweşxaneyên bajarê Birûcêrdê û hatine dermankrin.

Muslim Moradî got, xwendekar vedireşin, lawaz û gêj bûne.

Li gorî gotina wî, dibistan hatiye girtin û proseya xwendinê li wê dibsitanê hatiye rawestandin, û tenê rêveberên wê di hundirê avahiya dibistanê de amade dibin.

Qaymeqamê Birûcêrdê herwiha got, ji bo lêkolîneke berfirehtir û bileztir, tîmeke pispor li dibistana Ehmediyê hatiye bicihkirin. Bi gotina Muslim Moradî, heta niha tu nîşanên derketina gaza xwezayî yan jî nîşanên din ên jehrîbûnê nehatine dîtin.

Hefteya bihorî li heman dibistanê, 82 xwendekar bi jehrê ketibûn.

Wê demê rayedaran ji bo jehrîbûna xwendekaran behsa hincetên cuda kirin.

Qaymeqamê Birûcêrdê Muslim Moradî roja 22 vê mehê ragihandibû, pirsgirêk ji ber sîstema germkirina dibistanê û derketina gazê ji salona werzişê ya li kêleka dibistanê derketiye.

Li aliyekê din, di nava mehekê de li hin bajarên din ên Îranê jî çend bûyerên jehrîbûna xwendekarên keç çêbûne. Li gor agahiyên di medyayên Îranê de, li bajarên Qom, Kerec û Îsfehanê jî bûyerên jehrîketina hejmarek xwendekarên keç hebûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst