AMED – 'Pîştî Efrînê zextên li ser partiyên Kurdan zêde bûne'

26-02-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Amed
Amed
Nîşan Tirkiye Partî Efrîn PAK
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî binçavkirin û girtina rêvebir û endamên HDPê, niha jî  derbarê endamên partiyên Kurdistanî de dozên siyasî tên vekirin û hîn ji wan jî têne zindankirin.

 

Bi destpêkirina êrîşa ser Efrînê, li Bakurê Kurdistanê niha ew kesên ku li ser navnîşanên xwe yên torên civakî de şîrove  û parvekirinên li dijî operasyona  Efrînê  dikin, têne desteserkirin. Herî dawî tevî serokê giştî yê partiyê, di derheqê 6 endamên Partiya Azadiya Kurdistanê de doz hatine vekirin.

 

Li gor partiyên Kurdî hikumeta AK Partiyê dixwaze siyaseta Kurdî bi temamî bifetisîne. Lê  şîrovkarên  nêzî hikûmetê dibêjin ku ev pêvajoyeke demkî û bihûrbar e.

 

Bi girtin û zindankirina Endamê Meclîsa Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mehmet Ermîş bertekên partiyên Kurdî zêde bûn û ew dibêjin, ku  xuya ye Tirkiyê  ji dîroka xwe ya 95 salan wane wernegirtiye.

 

Endamê Rivebiriya Giştî yê PAKê Henîfî Tûran di vê derbarê de ji Rûdawê re got: " Li Îzmîrê hevalekî me hate girtin û 9 rojan di bin çavan da ma, di 22ê mehê de hate zindankirin. Derbarê serokê partiya me Mustafa  Ozçelîk û min de, ji bo ku me peyva ‘Kurdistanê’ bi kar aniye jî doz hatine vekirin. Bi rastî jî piştî babeta Efrînê zextên li ser me gelek zêdebûne."

 

Akademîsyen Ahmet Înan dibêje, ku ev pêvajoyeke bihûrbar e û hikumet dixwaze hevpeymanîya xwe û MHPê bihêztir bike ji bo ku niha wek siyaset ev yekîtî jêre hewce ye.

 

Bî nêrîna Înan AK Parti ne li dijî siyaseta Kurdî ye û wê di paşerojê de Serokkomar Erdogan ji Kurdan re surprîzê baş bike.

 

Ahmet Înan got: “Eger hikûmeta AK partiyê siyaseteke hevbeş bi MHPê re nemeşîne di paşerojê de ji bo Kurdan, tevî sîstema eyaletê û perwerdehiya Kurdî, dê  çi tiştek nekaribê pêk bîne. Em dizanin ku Ocalan bi destê MHPê ji îdamê rizgar bû. Ez bawer im dê birêz Erdogan mafên Kurdan bi zêdehî bide wana û dê MHPê jî bi vê yekê qanî bike. Destgîrkirina endamên partiyên Kurdistanî rewşeke bihûrbar e."

 

Partî  û fraksiyonên Kurdî ji ber zextên li ser wan nerazî ne û bang li hikumeta Tirkiyê dikin ku rê li ber siyaseta legal a Kurdî negire û herwisa dibêjin, dibe ku ev pêvajo şikestinên mezin di nav civakan de bike.

 

Sekreterê  Giştî yî DDKDê Abdulhey Okumûş di vê derbarê de diyar kir: “Bi ya me ev rewş wiha nameşe. Nabe ku hikûmeta AK Partiyê rîyên siyasî bi xitimîne. Divê Tirkiye li dîroka xwe ya nêz binêre û bi Kurdan re li hev bike. Eger bi Kurdan re li hev neke, dê Tirk jî Kurd jî ziyanê bibînin."

 

Çi ji ber gotarên konferansan û çi jî ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, di proseya şerê Efrînê de nêzî hezar û 150 kesan hatine binçavkirin, doz li ser wan vebûne û hatine girtin. Di nav wan de endam û nûnerên tevger, partî û platformên wek Partiya Şoreşger, ESP, PAK, Tevgera Ciwanên Kurdistanê,  PDK,  HAKPAR, PSKê jî hene.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst