KERKÛK - Bi RPG êrişî baregeha Cebheya Tirkmenî kirin

26-02-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kerkûk Êriş Cebheya Trikmenî
A+ A-
 

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê bi RPG êrişî baregeha Cebheya Tirkmenî ya Iraqê hat kirin. Endamekî polîtboruya Cebheya Tirkmenî jî dibêje, di navbera pasevanên baregehê û êrişkaran de şer derketiye.

 

Li gorî agahiyan, êriş îşev li Taxa Musela ya bajarê Kerkûkê çê bûye û têde êrişkaran bi çeka ji curê RPG êrişî baregeha Cebheya Tirkmenî ya Iraqê kirine.

 

Endamê Polîtboruya Cebheya Tirkmenî, Aydin Meirûf li ser vê êrişê ji Rûdawê re ragihand, “îşev li Taxa Musela ya li rojavayê bajarê Kerkûkê, ku piraniya rûniştvanên wê Tirkmen in, bi çeka ji curê RPG êrişî ser baregeha Cebheya Tirkmenî hate kirin.”

 

Aydin Meirûf da xuyakirin: “Piştî êrişê şer û pevçûn di navbera pasevanên baregeha Cebheya Tirkmenî û êrişkaran de çê bûye, lê belê hêj zirarên canî û madî yên êrişê nehatine zanîn.”

 

Meirûf herwiha got: “Piştî bûyerê hêzên Dije-Terora Iraqê, polîs û aliyên din ên pêwendîdar gihîştine cihê bûyerê û rêkarên ewlehiyê li deverê tund kirine.”

 

Her îşev li gundê Elbûmihemed ê ser bi navçeya Daqoq a li başûrê Kerkûkê jî, bi çekên giran pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên polîsê federal û Heşda Şeibî de derket.

 

Derbarê wê pevçûnê de jî hêj ti agahî nehatine dan.

 

Rewşa Kerkûkê piştî bûyerê 16ê Cotmeha 2017ê û kontrolkirina wê ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Iraqê ve aloztir dibe û heta niha çendîn êriş li dijî hêzên Iraqê û aliyên din li wê parêzgehê çê bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst