Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pîranşarê ya parêzgeha Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, bavekî keça xwe bi kêrê kuşt û ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin.
Cewer Ebdulahî doh li gundê Maşkanê yê Pîranşarê keça xwe ya 17 salî ya bi navê Kanî Ebdulahî bi kêrê kuşt.
Şêniyekî gundê Maşkanê ji Rûdawê re ragihand:
“Dema ku Cewer zaniye ku keça wî bi kesekî re di nava têkiliyeke evîndariyê de ye, li malê bi kêrê êrişî wê kiriye û ew birîndar kiriye.”
Li gorî gotina wî welatiyî, bav du derbên bi kêran li keça xwe xistine û pişt re gazî hevjîna xwe kiriye ku wê bibin nexweşxaneyê lê beriya ku bigihêje nexweşxaneyê miriye.
Polîsê Pîranşarê piştî saetekê Cewer Ebdulahî desteser kiriye û termê keçê jî şandiye bijîşkiya dadî.
Li gorî amarên nefermî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Hezîrana 2024an herî kêm 35 jin bi hincetên cuda ji aliyê bav, bira, mam û malbatên xwe ve hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse